18:11 22 Hezîran 2018
Êrîşa li Pakistanê

Êrîşa xwekujiyê li Pakistanê: 13 mirî, 60 birîndar

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 13

Li bajarê Paraçinarê yê li rojavayê bakur ê Pakistanê li dijî Şîayan êrîşek xwekujiyê pêk hat û li gorî agahiyên pêşîn di encama êrîşê de 13 kes mirin, 60 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên hikûmetê di daxuyaniya xwe de hat gotin ku li bajarê Paraçinarê yê girêdayî Ajansa Qurramê ya Herêma Eşîran (FATA) li dijî perestgeheke Şîa ya bi navê 'imambargah'ê êrîşeke xwekujiyê hat pêkanîn û di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da, 60 kes jî birîndar bûn.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku êrîş li nêzîkî mescida jinan pêk hatiye û beriya teqînê deng bi çekan ketiye.

JI KESÊN MIRÎ DUDU ZAROK IN

Artêşa Pakistanê daxuyand ku wan ji bo birîndaran sewqê nexweşxaneyan bikin, helikopter şandine. Bijîşkê Nexweşxaneya Navendî ya Ajansê Mumtaz Huseyin ê ku midaxeleya birîndaran kir, ragihand ku ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane, du zarok in.

Hêj tu kesan êrîş li xwe negirtiye.

Bi heman mijarî:

Li Pakistanê wê piştî 19 salan nifûs bê jimartin
Di serdema Trump de li Pakistanê êrîşa pêşîn a NHBê: 2 mirî
Li Pakistanê teqîn: 8 mirî, 21 birîndar
Serokwezîrê Pakistanê Şerif li Enqereyê ye
Sê êrîşên xwekuj li Pakistanê: 5 kuştî, 12 birîndar
Li Pakistanê bi pîleya 6.3 erdhej
Li Pakistanê dîplomatekî Efxanî hat kuştin
Etîketan:
mirî û birîndar, êrîşa xwekujiyê, Paraçinar, Pakistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de