20:23 26 Gulan 2018
Aleksey Pûşkov

'Hedefa Enqerê li Sûriyê qelskirina Kurdan û pûçkirina perspektîfa dewleta Kurdî ye'

© Sputnik / Vladimir Fedorenko
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 52

Senatorê Rûsî Aleksey Pûşkov diyar kir ku Tirkiye piştî daxuyaniya dawîkirina operasyona Mertala Firatê dixwaze kontrola xwe li deverên rizgarkirî berdewam bike.

Pûşkov ji medya Rûsî re ragihand, pozîsyona heyî ya Tirkiyê ew e ku yekbûna axa Sûriyê were parastin e û got, ‘Ev mijar di hevdîtinên bi aliyê Rûsyayê re hatiye teyîdkirin. Ligel vê jî artêşa Tirkiyê ji ber ku çalakiyên xwe li bakurê Sûriyê didomîne dibe ku kontroleke demkî li wan deveran bi dest bîne.'

Senatorê Rûsî herwiha bal kişand ser ku Tirkiyê hêzên Kurdan bi girêdana PKKê dinirxîne û vê jî wek gefeke ewlekariyê dibîne. 

'TIRKIYE DIXWAZE KURDAN LAWAZ BIKE Û QADEKE MEZINTIR LI SÛRIYÊ KONTROL BIKE'

Pûşkov wiha axivî: "Lê belê armanca Tirkiyê ne ku beşek ji axa Sûriyê tevî sînorên xwe bike ye. Ev Rûsya jî di nav de welatên ku di çareseriya krîza Sûriyê de cî digirin, piştgiriya vê nakin. Mebesta Enqerê qelskirina grûbên Kurd e û heta jê were kontrolkrina qadeke mezintir e."

'TIRKIYE XWESERIYA KURDAN LI SÛRIYÊ WEK DESTPÊKA AVAKIRINA DEWLETA KURDÎ DIBÎNE'

Li aliyê din Pûşkov destnîşan kir, heke serxwebûneke temamî nebe jî dê kurd ji bo xweseriyeke berfireh israr bikin û Tirkiye jî vê yekê wek destpêka dewleta kurdî ya pêşerojê dibîne û nerehetiya xwe nîşan dide.

'HEDEFA ENQERÊ LI SÛRIYÊ LAWAZKIRINA KURDAN E'

Senatorê Rûsî da zanîn, heger perspektîfeke avakirina dewleta kurdî derkeve holê, ev dê bibe nîşaneya radîkalbûna kurdên li Tirkiyê û wiha domand: "Li herêmeke diyarkirî ya bakurê Sûriyê pêkanîna kontrolê, tê wateya ku dê Tirkiyê piştî çareseriya krîzê jî rola xwe ya li herêmê berdewam bike. Ya duyem jî; hedefa Enqere ew e ku heta jê tê dixwaze grubên kurdan lawaz bike û perspektîfa avakirina Kurdistana serbixwe ya ku tê bilêvkirin jî pûç bike."

 

Bi heman mijarî:

Di dema dengdayîna bo referandûmê ya li Brûkselê de şer: 3 kes birîndarbûn
Pisporê rûsî derbarê bidawîbûna Mertalê Firatê de axivî
Stoltenberg: Civîna Konseya NATO-Rûsyayê erênî bû
Îranê bersiv da encamnameya Lûtkeya Yekîtiya Ereban
Pûtîn: Rûsya wê bibe îmalatkerê herî mezin ê LNGê ya cîhanê
HDPê ji bo girêvên birçîbûnê serî li Parlamentoya Tirkiyeyê û Wezareta Dadê da
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê: Em nema dikarin, alîkarî divê
Etîketan:
Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de