23:29 22 Nîsan 2018
    PJAK

    PJAK: Me li dijî Îranê ji Îsraîlê alîkarî nexwestiye

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 51

    Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî îdiayên rojnameya The Jerusalem Postê derewandin û diyar kir ku wan weke PJAKê li dijî Îranê alîkarî ji Îsraîlê nexwestiye.

    Li gorî nûçeyeke malpera Xeber24ê Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî bersiv da îdiayên rojnameya The Jerusalem Postê û diyar kir ku wan ji bo şerê li dijî Îranê, ji Îsraîlê alîkarî nexwestiye,

    Her wiha Moînî got ku wan ji rojnameyê daxwaz kiriye ku nûçeya xwe sererast bikin û li ser vê yekê rojnameya The Jerusalem Postê jî nûçeya xwe sererast kiriye.

    Tê zanîn ku duh ji aliyê rojnameya The Jaruselam Postê ya Îsraîlî ve hatibû îdiakirin ku Hevserokê PJAKê Moînî di hevpeyvîneke xwe ya li gel wan de daxwaz kiriye ku Îsraîl bila li dijî Îranê alîkariya PJAKê bike.

    Bi heman mijarî:

    Îdiaya Mehrê: PJAKê li dijî Îranê ji Îsraîlê alîkarî xwest
    PJAKê serdana Partiya Demokratîka Kurdistan-Îranê kir
    Hevserokê PJAKê Moînî: Divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bibin yekdeng
    PJAKê serdana Komeleyê kir
    PJAKê êrîşên li dijî HDKê şermezar kirin
    Etîketan:
    alîkarî, Hevserokê PJAKê, Siyamend Moînî, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de