20:30 26 Gulan 2018
Nadiya Murad

Serpehatiya keça Şingalî bi navê 'Keça dawî' dibe pirtûk

© AFP 2018 / FREDERICK FLORIN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 51

Aktivîsta kurda êzidî ya ku ji destê DAIŞê rizgar bûbû, Nadiya Murad dê pirtûkeke bi navê "Keça Dawî" derxîne ku tê de dê çîroka wê di bin destê DAIŞê de vebêje.

Mûradê li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku pirtûka wê ya bi navê "Last Girl" (Keça dawî) dê di dawiya meha tebaxê de bi gelek zimanan ji aliyê Tim Duggan Booksê ve were derxistin.

Li gorî daxuyaniya aktivîsta kurd, dahatên vê pirtûkê dê ji bo karên xêxwaziyê bên bikaranîn û du armancên wê hene ku wiha hatine rêz kirin: "Yekem; berdewamkirina helmeta ku min berî du salan dabû destpêkirin daku endamên DAIŞê ji aliyê qanûnî ve werin sizakirin û haya dinyayê ji tawanên DAIŞê çêkin. Dudo; pêşkêşkirina alîkariya mirovî, perwerdehî û derûnnasî bo jinên rizgarbûyî û qurbanên qirkirin, bazirganiya mirovan û herwiha qurbanên herêmên şerî".

 

Bi heman mijarî:

Nadiya Murad spasiya rêvebiriya Amerîkayê kir
Nadiya Muradê tîşortê Barcelonayê yê bi hejmara 10an li xwe kir
Etîketan:
pirtûk, Keça Dawî, Şingal, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de