10:34 24 Hezîran 2018
Lutkeya Komkara Erebî li Ammanê -Urdin

Şahê Erebîstanê ji Ebadî xwest pêwendiyan bihêz bikin

© AP Photo / Raad Adayleh
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 22

Şahê Erebîstana Siûdîyê Selman Bin Ebdulezîz û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 29ê Adarê li Urdinê li Lûtkeya Komkara Erebî civiyan.

Şahê Erebistana Siûdiyê, Şah Selman Bin Ebdulezîz di hevdîtina ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de xwest ku rola Iraqê li zêde bibe û pêwendiyên navbera Riyaz û Bexayê bihêztir bibin.

Ofîsa Serokwezîriya Iraqê derbarê civînê de da xuyakirin ku di hevdîtina Şah Selman û Heyder Ebadî de daxwaza bihêzkirina hevkariya navbera her du welatan di warê bazirganî, aborî, weberhênan û hemahengiyên ewlehiyê de hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, her du aliyan behsa serkeftinên dijî DAIŞê kiriye û hatiye xwestin Iraq vegere rola xwe ya mezin li deverê û pêwendiyên Riyaz û Bexdayê werin bihêzkirin.

28emîn Lûtkeya Komkara Erebî bi amadebûna serkirde û serokên welatên erebî 29ê Adara 2017an li bajarê Emman ê paytexta Urdinê birêve çû.

Bi heman mijarî:

Ji Rûsyayê bo Minbicê alîkariya mirovî û tibbî
Bi KHKyê 76 jê karmendên diyanetê 200 kes hatin îxrackirin
‘Ji bo rizgarkirina Musilê rojên bi jimar mane’
'Di navbera Rûsya û welatên Rojava de şerê sar nîne'
MGK: Piştgiriya PYDê ziyanê dide têkiliyên dostane
Rûhanî: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Rûsyayê
Etîketan:
Iraq, Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de