11:04 20 Tebax 2017
Zindî
    Yemen û Erebîstana Siûdî

    Husiyan bi moşekên balîstîk êrişî Erebistana Siûdî kirin

    © REUTERS/ Khaled Abdullah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1251

    Erebistana Siûdî diyar kir ku 4 moşekên balîstîk ji sînorên Yemenê ve hatin avêtin û ev moşek ji aliyê pergala parastin a ezmanî ve hatine îmxakirin.

    Hêzên koalîsyona ereban ku pêşengiya wê Erebistana Siûdî dike, eşkere kir ku di saetên sibê de Husiyan êrişî bajarên Ebha, Hamîs û Mûşît ê Erebistana Siûdî kirine.

    LI EZMAN HATIN ÎMXAKIRIN

    Daxuyaniyê de hat ragihandin ku moşekên balîstîk ji aliyê pergala parastin a ezmanî ve li ezman hatine îmxakirin û di encamê de jî ti ziyan çênebûne û rampayên ku pekandina moşekan pêk anîtin jî hedef hatin girtin.

    Ji aliyê din ve daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Husiyan bi rêyên qaçaxî çek birine Yemenê, bi taybetî bo vê karê jî lengergeha Hûdeydeyê tê bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Neteweyen Yekbûyî: Li Yemenê 4 hezar û 773 sivîl hatin kuştin
    Li Yemenê li dijî şikefa penaberan êriş: Herî kêm 31 kuştî
    Yekem alîkariya Rûsyayê gihişt Yemenê
    Amerîkayê li Yemenê li El Qaîdeyê xist
    Li Yemenê hejmara kesên ku ji kolerayê mirin gihîşte 103an
    DYA li Yemenê li dijî El Qaîdeyê operasyonek li dar xist
    Etîketan:
    balîstîk, moşek, êriş, daxuyanî, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de