00:58 19 Tebax 2017
Zindî
    Xalit Îsa

    PYD: Tirkiye dixwaze pêvajoya aştî ya Sûriyeyê têk bibe

    © AFP 2017/ Eric FEFERBERG
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2811

    Berpirsê PYDê yê Fransayê Xalit Îsa di axaftina xwe de ragihand ku dewletên weke Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar pêvajoya çareserî ya krîzê Sûriyeyê têk dibin.

    Berpirsê PYDê yê Fransayê Xalit Îsa di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ji bo hevdîtinên Cenewê got: "Dema welatên mezin ji bo çareseriya pirsgirêkên krîza Sûriyeyê biryarê werdigirin, hinek hêzên radîkal li herêmê derdikevin holê. Mînak weke Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetarê."

    ‘ERDOGAN XWE WEKE XELÎFE DIBÎNE'

    Xalit Îsa di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya Sûriyeyê û got: "Nabe li Sûriyeyê tenê ji bo ol û mezheban nêrînên siyasî werin pêşxistin, divê em berjewendiyeke neteweyî ji bo hemû gelê Sûriyeyê li ber çav bigirin. Ji xwe mozaîk jî hebûna tiştên ne ji hev e û Tirkiye vî tiştî naxwaze. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xwe weke xelîfeyê ‘Birayên Misilman' dibîne. Bala xwe bidin peyvên wî yên ji bo Ewropayê."

    Îsa di dawiya axaftina xwe de got: "Mijara herî girîng rêzgirtina yekbûnî ya neteweyî li Sûriyeyê ye, lê mixabin niha li welat ev negengaz e."

    Bi heman mijarî:

    'Belgeyeke nepenî: PYD çalakiyên terorê li dijî Tirkiyeyê nekirine'
    Avakarê AKP: Divê hevdîtinên Dolmabahçeyê bi beşdariya PYD jinûve dest pê bikin
    PYD: Emê li Minbîcê Rêveberiya Xweser îlan bikin
    Senatorê DYA McCain li Kobanê çû serdana rayedarên PYD, HSD û YPGê
    PYD ji bo hevdîtinên Ceneve-4ê nehat vexwendin
    Etîketan:
    Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar mudaxeleya Sûriyeyê dikin, Berpirsê PYDê yê Fransayê, xalit îsa, Sûriye, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de