12:44 20 Tebax 2017
Zindî
    Serokwezîrê Israylê Binyamin Netanyahu

    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu pesnê rêvebiriya nû da

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2012

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji Telavîvê tevlî konferansa salane ya Komîteya Têkiliyên Gel a Amerîkan û Îsraîlê (AIPAC) bû û pesnê rêvebiriya Doanld Trump dan.

    Benjamin Netanyahu ji Telvîvê bi bi rêbaza vîdyo konferansê tevlî civîna Washîngtonê bû. Netanyahu di axaftina xwe de behsa piştgiriya rêvibiriya Trump kir û got: "Ev di daxwaza bûdçe ya Serok Donald Trump de jî tê xuyakirin. Guvaşên aborî dewam dikin, lê alîkariyên leşkerî yên ku ji Îsraîlê re soz hatibû dayîn têne parastin."

    Serokwezîr Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de bangî Balyozê Amerîka yê li Îsraîlê David Friedman kir û got: "David, ji bo pêşwazîkirina te li Îsraîl bi taybetî jî li Qudsê gelekî bêsebr dibim."

    Netanyahu di dirêjiya axaftina xwe ya telekonferansê de got: "Îsraîl, ji bo ku aştiyê bi Filistîn û hemû cîranên ereb re saz bike wê bi Serok Trump re bixebite." Netanyahu di axaftina xwe de behsa ku dê çawa aştiyê li Rojhilata Navîn bikin nekir.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Netanyahu di 9ê Adarê de diçin Moskowê
    Rapora Xezze ya Îsraîlê: Netanyahu û Ya'alon ji bo pêşiyê li şer bigirin, gav navêtin
    Netanyahu: "Kes bi şaşî jî naxwaze di navbera Rûsya û Îsraîlê de qezayek biqewime"
    Netanyahu: "Her kî ewlehiya dewletê têxe talûkê divê were cezakirin"
    Netanyahu: Ger ku Ebbas ji bo hevdîtinê amade be, ez jî amade me
    Etîketan:
    Balyozê Amerîka yê li Îsraîlê, Serokê Amerîkayê, Serokwezîrê Îsraîlê, David Friedman, Donald Trump, Benjamin Netanyahu, Amerîka, îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de