05:17 23 Hezîran 2018
Leşkerên tirk li ser rêya navbera Bab û Minbicê

Ji ber xetereya êrîşan şahiyên Newrozê li Minbîcê hat qedexekirin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 12

Rêveberiya Minbicê ji bo rojên Newrozê çend tedbîrên ewlehiyê ragihandin. Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Minbicê pîrozbahî û kombûnên girseyî yên ji bo Newrozê ji ber rewşa xeter hat qedexekirin. Her wiha Rêveberiyê hişyarî da ku xelkên li wê derê di roja cejna Newrozê de ji bo êrîşên pekan baldar bin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yê Minbicê di daxuyaniya ku weşand de wiha got:″Em hêvî dikin ku Newroza sala 2017an cejna serkeftin û demokrasiyê li Minbicê û çar aliyê Sûriyêyê be. Derbarê ewlekariya gel a di roja cejnê de, me çend tedbîrên xwe girtin li gorî van tedbîran di navbera rojên 19 —22ê Adarê de di nav bajêr de bi motorsîkletê negerin. Agir vênexin û kombûnan pêk neyinin. Hêzên Ewlekariya Giştî, Trafîk, Hêza Antî Terorê û hêzên parastina bendên kontrolê yên bajarê Minbicê, ji bo parastina ewlekariya gel, bi awayekî koordînekirî tev bigerin. Divê di roja 20ê adarê de, hemû şahiyên pîrozbahiyê bêne parastin û çek neyên bikaranîn."

 

Bi heman mijarî:

Ji Fermandariya Meclîsa Leşkerî a Minbicê daxuyanî
Fermandarê ASAyê: Li Minbicê kî hebe bila hebe, em ê Minbicê bistînin
Amerîka: Li Minbicê çavê me û leşkerên rûsî bi hev ket
Li Minbicê Rêveberiya Xweser hat ragihandin
Pentagon: "Rûsya ji bo operasyonên Minbicê Amerîka agahdar dike"
Amerîkayê leşker û wesayîtên zirxî yên nû şandin Minbicê
Esad: Rizamendiya me tine ku leşkerên DYAyê li Minbicê bin
Erdogan ji bo Minbicê: Em ji hevpeymanê hevkariyê dixwazin
Etîketan:
Rêveberiya Minbîcê, Minbîcê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de