02:23 17 Tebax 2017
Zindî
    İsrail Dışişleri Bakanı Avigdor Liberman

    Îsraîlê gef li Sûriyeyê xwarin: Em ê bataryayên parastina Sûriyeyê biruxînin

    © Sputnik/ Sergey Subbotin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1310

    Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman gef li Sûriyeyê xwarin ku 'eger careke din balafirên Îsraîlê bikin armanc', dê bataryayên parastina hewayî biruxînin.

    Lîberman li baregeha leşkerî ya Tel HaŞomer ya bi bajarê Raman Ganê ve girêdayî ji îsraîlên nû bûne leşker re axivî û wiha got: "eger balafirên Îsraîlê ji aliyê pergalên parastinê yê Sûriyeyê bên tacîzkirin, Îsraîl dê hemû bataryayên parastina hewayî ya wî welatî biruxînin."

    Li gorî nûçeya radyoya dewleta Îsraîlê, Libermanî ev gotin jî kirine: "Îsraîl qet dê destûrê nede Sûriyeyê ku çekan bide Hizbullahê."

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû berî niha di daxuyaniya xwe de gotibû ku balafirên Îsraîlê roja îniyê di êrîşên li Sûriyeyê de pêk anîbûn daku 'transfera çekên bipêşketî bo Hizbullahê asteng bikin" û eger pêwîst bibe, ew dê dîsa pêk bînin.

    "SÛRIYEYÊ RAGIHANDIBÛ KU BALAFIREKE ÎSRAÎLÊ XISTIYE"

    Serekaniyê Sûriyeyê jî ragihandibû ku di 17ê vê mehê de 4 balafirên şerî yê Îsraîlê şevê din saet 02:40ê ji herêma Birêcê ketiye nav sînorê Sûriyeyê û hêzên parastinê yê Artêşa Sûriyeyê bersiv daye ku di encamê de yek ji balafirên Îsraîlê xistiye.

    Berdevkê Artêşa Îsraîlê jî ji Reutersê re ragihandibû, "ti carî ewlekariya sivîlên îsraîlê yan jî balafirên hêzên hewayî yên Îsraîlê nketine xeterê."

    Bi heman mijarî:

    Ev cara yekemîn e NY dibêje Îsraîl li dijî Filistîniyan 'cudakariya nijadî' dike
    Esad: Amerîka Ewropa û Îsraîl piştgirî didin terorîstan
    'DYA, Îsraîl û dewletên ereban li dijî Îranê hevpeymanekê dadimezirînin'
    Şîretkarê Barzanî yê berê Mohemed Cuma: Îsraîl û Kurdistan dê ji neçariyê federaliyê çêkin
    Trump bo Netanyahû: Divê Îsraîl nermtir tevbigere
    Îdareya Girtîgehên Îsraîl û girtiyên filistînî li hev kirin
    Îsraîl: Divê êrîşkariya Îranê bêbersiv nemîne
    Etîketan:
    Avigdor Liberman, Sûriye, Raman Gan, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de