16:52 23 Tebax 2017
Zindî
    Hasan Nasrallah

    Nasrallah bertek da 'Rapora Filistînê': Vê bûyerê rastiya NY nîşan da

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1010

    Serokê Hibullahê Nasrallah ji ber ku Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora digot Îsraîl li hemberî Filistîniyan ‘nijadperestiyê' (rejîma apartheîdê) dimeşîne şûnde kişand, bertek da NY.

    Sekretera Îcra ya Komisyona Aborî û Civakî ya Asyaya Rojava ya NY (ESCWA) Rima Xelef raporeke ku digot Îsraîl li hemberî Filistîniyan nijadperestiyê dike, amade kiribû lê piştî bertekên li dijî raporê Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres xwestibû rapor şûnde were kişandin. Xelef piştî vê daxwazê dev ji erka xwe berdabû.

    Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah di axaftina xwe ya duh de helwesta xwe ya li hemberî rapora NY nirxand. Nasrallah got, "Ev bûyer da bibîrxistin ku NY lawaz e û nikare li dijî daxwazên Amerîka û Îsraîlê derkeve."

    ‘FIYSKOYA RAPORÊ DIDE NÎŞAN KU BAWERÎ BI NY NABE'

    Nasrallah diyar kir ku NY ‘nikare li dijî bûyerekê helwesta xwe nîşan bide' û ev titş gotin, "Fiyaskoya vê raporê da nîşan ku di mijara parastina mafên mirovan a li herêma de bawerî bi NY nabe."

    ‘Rejîma apartheîdê' ya tê wateya nijadperestiyê, li Efrîqaya Başûr 46 salan ji aliyên Partiya Netewî ve hat meşandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê ji bo piştgiriya Filistînê konferanseke navneteweyî dest pê kir
    Ev cara yekemîn e NY dibêje Îsraîl li dijî Filistîniyan 'cudakariya nijadî' dike
    Bi vekişandina rapora Îsraîlê re li NYyê îstîfa hat
    Dadgeha Îsraîlê: Kesên li Qudsê ji dayîk bûne, ne penaber, şêniyên herêmê ne
    Sûriye: Me balafira şer a Îsraîlê avêt xwarê
    Etîketan:
    Îsraîl, Filistîn, rapor, NY, Serokê Hîzbûllahê, Hesen Nasrallah, Lubnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de