12:49 20 Tebax 2017
Zindî
    cîhadîst-talîban

    Li Efxanistanê 19 endamên Talîbanê hatin kuştin

    © REUTERS/ Noorullah Shirzada
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1601

    Li bajarê Baglanê yê li aliyê bakurê Efxanistanê dikeve li hemberî Talîbanê operasyon hatin lidarxistin û di encama operasyonan de 19 endamên Talîbanê hatin kuştin.

    Li gorî agahiyên Ajansa Anadoluyê (AA) Şêwirmendê Çapemenî yê Fermandariya Herêma Spinzera 808emînê Mahfuzullah Ekberî diyar kir ku di encama operasyonên li herêma Mangelha ya girêdayî bajarê Baglanê hatin lidarxistin de 19 milîtan hatin kuştin.

    Ekberî ragihand ku di operasyonan de 22 milîtan birîndar bûne û dest nîşan kir ku gelek çek û muhîmat hatine bidestxistin.

    Ekberî her wiha derbirî ku di encama operasyonan de 5 gund jî hatine rizgarkirin.

    Ji aliyê din ve di daxuyaniya Talîbanê de jî hat îdiakirin ku di encama pevçûnan de 14 leşkerên Efxanistanê hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li Afxanistanê derbeyên giran li DAIŞ û Talîbanê hatin xistin
    Talîbanê bi wesayîta bombebarkirî êrişî qereqolê kir: Kuştî û birîndar hene
    Ji Talîbanê peyama ‘ekolojîk': Dara biçînin
    Talîbanê li Afganistanê 52 sivîl revandin
    ‘Îdiayên ku Moskowa piştgirî dide Talîbanê derew in'
    Etîketan:
    milîtan, Talîban, Şêwirmendê Çapemenî yê Fermandariya Herêma Spinzera 808emînê, Mahfuzullah Ekberî, Baglan, Efxanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de