02:19 24 Tebax 2017
Zindî
    Ala Îsraîlê

    Kurdên li Îsraîlê wê bi awayekî fermî Newrozê pîroz bikin

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8161

    Kurdên li Îsraîlê li bajarê Orşelîmê yê wî welatî ji bo Newrozê rêûresmeke fermî li dar dixin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê kurdên li Îsraîlê li bajarê Orşelîmê yê wî welatî ji bo Newrozê rêûresmeke fermî li dar dixe.

    Hat ragihandin ku wê îsal li bajarê Orşelîmê pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin û hat gotin ku niha amadekariyên ji bo pîrozbahiyê tê kirin.

    Amadekarî ji aliyê kurdên li Îsraîlê ve tên kirin û gelek Îsraîlî jî ji bo pîrozbahiyên Newrozê hatin vexwendan û her wiha netewên wekî Ermen û Rûs jî wê beşdarî pîrozbahiyan bibin.

    Hêjayî gotinê ye ku ev 5 sal in li Îsraîlê Newroz ji aliyê kurdan ve bi awayekî fermî tê pîrozkirin.

    Li Îsraîlê zêdetirî 300 hezar kurdên cihû li Îsraîlê dijîn. Ew kurdên cihû ji ber 2 şepolên di salên 1948 û 1951an de ber bi Îsraîlê koç kirin, ku piraniya wan jî ji Herêma Kurdistanê ne.

    Bi heman mijarî:

    Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê bo Newrozê daxwaza xurtkirina tedbîran kir
    Bi hezaran kurd li Frankfurtê Newrozê pîroz kirin
    Walîtiya Amedê bi fermî destûra pîrozbahiyên Newrozê da
    Komîteya Birêvebirina Newrozê: Em betalkirinan qebûl nakin
    Niştecihên bakurê Îranê amadekariya Newrozê dikin
    Li Rihayê beriya Newrozê hemû xwepêşandan hatin qedexekirin
    Etîketan:
    kurd, fermî, pîrozkirin, Newroz, Orşelîm, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de