01:22 23 Hezîran 2017
Zindî
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê

    Ji Fermandariya Meclîsa Leşkerî a Minbicê daxuyanî

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12842

    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê ragihand ku kesên ku ji Mertala Firatê diqetin, dikarin vegerin malên xwe, eger bixwazin jî dikarin tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bibin.

    Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê daxuyaniyek da raya giştî, daxuyanî li navenda Meclîsê ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsê ve, hat xwendin.

    Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku wan di çarçoveya biryarên ku di civîna 17ê Adarê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên hatin girtin de, radigihînin ku welatiyên ji herêmê yên ku beşdarî nava refên Mertala Firatê bûne, dikarin vegerin malên xwe, eger bixwazin jî, dikarin beşdarî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bibin.

    Herwiha di daxuyaniyê de tê amajekirin ku ev biryar dê heta mehekê bikeve piratîkê.

    Bi heman mijarî:

    Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Artêşa Tirkiyeyê gundên Minbicê bombebaran dike
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Tirkiye bi topên Fosforê êrîşî Minbicê dike
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê spasiya YPGê kir
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji bo parastina sivîlan hewldaneke din dike
    Etîketan:
    meclisa leşkerî a minbicê, veger, daxuyanî, minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de