10:00 24 Nîsan 2018
    Quds

    Dadgeha Îsraîlê: Kesên li Qudsê ji dayîk bûne, ne penaber, şêniyên herêmê ne

    © AFP 2018 / THOMAS COEX
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Dadgeha Bilind a Îsraîlê, pêwendiya taybet a filîstîniyan a bi Qudsê re nas kir û got filistîniyên li Qudsê ji dayîk bûne ne ‘penaber' şêniyên wê herêmê ne.

    Li gorî nûçeya rojnameya Yedioth Ahronothê, li Dadgeha Bilind a Îsraîlê, rûniştina doz filistîniyekî ku piştî demeke dirêj li DYA ma û piştre vegeriya Qudsê û xwest ku danîşgeha wî ya dewamî bê dirêjkirin hate dîtin.

    Dadgeh di rûniştinê de pêwendiya taybet a filistîniyan a bi Qudsê re nas kir û diyar kir ku ew şêniyên herêmê ne.

    Di qanûnên dewleta Îsraîlê de,  filistîniyên li Qudsê ne wek ‘welatî' ‘kesên ku li wê derê dijîn' tên binavkirin. Ji ber vê yekê mafê danişînê ê filistîniyên ku ji 7 mehan zêdetir li derveyî Qudsê dimînin, betal dibe.

    Îsraîl di çarçoveya vê qanûnê de di sala 1967an de mafê danîşgeha bi hezaran filistîniyên li Qudsê betal kir.

    Bi heman mijarî:

    ‘Trump dest danî ser pereyên ku Obama dabû Filistînê'
    Ji Kerry bo Filistînê dîrektîfa alîkariya 221 milyon dolarî
    Rêvebirya Filistînê ji konferansa Parîsê kêfxweş e
    Abbas: "Konferansa Parîsê ji bo çareseriya Filistînê firsend e"
    Konseya Neteweyî ya Filistînê bertek da biryara UNESCOyê
    Etîketan:
    welatiyên qudsê, şênî, penaber, quds, filistîn, îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de