23:40 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Kampa penaberan a Darawanê

    Yekem alîkariya Rûsyayê gihişt Yemenê

    © Ruptly.
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 730

    Yekem konvoya alîkariya mirovî ya Rûsyayê gihişt kampa penaberan a Darawanê ya Yemena ku ji dema destwerdana hevepeymana erebî bi serkêşya Erebistana Siûdî de di nav qeyraneke mirovî de ye.

    Yekem konvoya mirovî ya Rûsyayê bo Yemenê şandibû, îro gihişt kampa penaberan a Darawanê ya li rojavayê Yemenê.

    Yek ji birêveberên saziya 'Hemû bi hev re ji bo Geşedan û Dadweriya" ya li Kampa Penaberan a Darawanê ya bi navê Nişwan Şelal ji Suntikê re axivî û alîkariya mirovî ya gihişt Yemenê de nirxand.

    Şelal got, piştî hatina alîkariyê ji Rûsyayê, mijarên birêxistinê çareser bûn û wan dest bi belavkirina alîkariyan li kesên muhtac kir. Rayedarê yemenî, destnîşan kir ku di dema belavkirina pêdawîstiyan û valakirina wan de rastî ti astengeke leşkerî yan siyasî nehatine.

    Alîkariya Rûsyayê şandiye, ji arvan, dexl, rûn, şîr û pêdawisitiyên alîkariya pêşîn pêk tê.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê li Yemenê li El Qaîdeyê xist
    Li Yemenê hejmara kesên ku ji kolerayê mirin gihîşte 103an
    DYA li Yemenê li dijî El Qaîdeyê operasyonek li dar xist
    Neteweyên Yekbûyî: Hezar û 500 şervanên zarok li Yemenê têne bikaranîn
    Ji Yemenê roket avêtin Erebîstana Siûdî: 4 Pakîstanî birîndar bûn
    Ensarûllah, çareseriya aştiyane li Yemenê dixwaze
    Etîketan:
    alîkariya mirovî ya Rûsyayê ji bo Yemenê, Nişwan Şelal, Rûsya, Erebistana Siûdî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de