02:58 20 Mijdar 2017
Zindî
    Heyder Ebadî

    Serokwezîrê Iraqê: Tenê Pêşmerge û hêzên Iraqê dikarin Şingalê îdare bikin

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4853

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo pirsgirêka Şingalê ragihand ku tenê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê dikarin Şingalê îdare bikin.

    Li gorî ofîsa serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di pêwendiyeke telefonî ya li gel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim de her cure destwerdanek di rewşa Şingalê de red kiriye û tekez kiriye ku tenê Hêzên Pêşmerge û hêzên fermî yên Iraqê dikarin rewşa ewlehiya Şingalê îdare bikin.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yidirim pêwendiyeke telefonî pêk anîn û li ser çend mijaran gotûbêj kirin.

    Hat ragihandin ku Ebadî di wê pêwendiya telefonî de behsa operasyona leşkerî ya li Mûsilê kiriye û ew yek zelal kiriye ku zêdebarî hejmara zêde ya awareyan lê belê operasyon bi başî birêve diçe û hikûmeta Iraqê jî pêdawîstiyên awareyan dabîn dike.

    Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Ebadî û Yildirim li ser rewşa Şingalê jî gotûbêj kirine û Ebadî ji Yildirim re ragihandiye: "Hêzên navendî yên Iraqê bi hevkariya Pêşmerge îdareya rewşa ewlehiya Şingalê dikin û hikûmeta Iraqê rê bi ti cure destwerdanekê di wî warî de nade".

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Iraqê: Haya me ji peymana di navebra YNKê û Ebadî de tune ye
    Ebadî: Di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hemahengiyeke baş heye
    Barzanî û Ebadî li ser qonaxa piştî DAIŞê axivîn
    Serokwezîrê tirk: Ez li pêvajoya kampa Başîkayê bi Ebadî re axivîm
    Hewramî li ser civîna Barzanî û Ebadî daxuyanî da
    Etîketan:
    Serokwezîrê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Iraqê, Binali Yildirim, Heyder Ebadî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de