04:30 26 Adar 2017
Zindî
    Alaya TEV-DEMê - YPG - TEV-DEM

    TEV-DEM: Em ê nehêlin komkujiyên li dijî gelê Şingalê pêk werin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7421

    Tevgera Civaka Demokratîk(Tev-Dem) daxuyaniyeke weşand û tê de xwest ku "PDKê hêzên xwe ji ji Şingalê bikişîne" got, "gelê Rojava dê nehêle aliyeke din, komkujiyên DAIŞê kirine, dubare bikin".

    Îro danê sibehê di komeke xwepêşander ku nivîs û sloganên li hemberî hikûmeta Kurdistanê di destên wan de bûn, ji xalên YBŞê derbas bûn, lê hêzên ewlehiyê yên girêdayî Pêşmerge rê neda derbasbûyîna wan.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, alozî di xwepêşandanê de derketine û kesekî xwepêşender bi navê Nazê Nayif Qewal jiyana xwe jidest daye û derdora 10 xwepêşanderan jî birîndar bûne.

    Li ser vê bûyerê Tev-Demê daxuyaniyek weşand û tê de balê dikişîne ser bûyerên 3ê Adarê yên di navbera YBŞ û Pêşmergeyên Roj de derketibûn û diyar dike ku hewlên aramiyê hatin kirin lê dîsa jî PDKê hêzên xwe ji wê derê nekişandine.

    "ME JI ROJA YEKEMÎN DE PIŞTGIRIYA XWE RABER KIRIBÛ"

    Herwiha Tev-Demê PDKê "bi sepandina planên dewleta Tirkiyeyê tawanbar kir ku êrîşî kurdên êzidî li Şingalê dikin" û wiha dewam kir: "Me wek gelê Rojava, ji roja yekemîn de piştgiriya xwe bi gelê Şingalê re raber kiribû. em ê nehêlin ku komkujiyeke din derheqê gelê kurd ê êzidî li Şingalê dubare bibe."

    Tev-Dem di berdewamiya daxuyaniya xwe de PDKê bi hewldana pêkanîna komkujiyan li ser xelkê Şingalê tawanbar kir û bangî "gelê Rojavayê kir ku li dora gelê Şengalê bicive û wiha dewam kir: "Dîsa em teqez dikin ku em ê nehêlin komkujiyek nû derheqê kurdên êzîdî de pêk bê."

     

    Bi heman mijarî:

    'Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî hîç hêzeke din li Şingalê be'
    Şandeyek ji Almanyayê çû Şingalê
    Baydemir: Tiştên li Şingalê qewimîn, encama fitne û fêsadiyê ne
    Fermandarê YBŞê: Pêşmergeyên Roj bi plana Enqereyê hatine Şingalê
    Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Bila PKKê ji Şingalê derkeve
    Berdevkê Pêşmergeyan: Pevçûnên li Şingalê rawestiyane
    Li Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û YBŞê de şer derket
    Etîketan:
    Tev-Dem, YBŞ, Pêşmerge, PDK, Nazê Nayif Qewal, Rojava, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de