10:33 24 Hezîran 2018
Beşar Caferî

Caferî: Beşdarnebûna dijberan, berpirsyariya Tirkiyeyê ye

© AFP 2018 / FABRICE COFFRINI
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Serokê delegasyona Hikûmeta Sûriyeyê ya civînên Astanayê yên ji bo çareseriya Sûriyeyê Beşar Caferî diyar kir ku beşdarnebûna dijberên Sûriyeyê di civînên Astanay-3ê de, berpirsyariya Tirkiyeyê ye ku dewleta garantor e.

Muhammed Alluş ku yek ji pêşengê Ceyşul Îslamê ye di hesabê xwe yê medyaya civakî ya Twitterê de ragihandibû ku wê dijberên çekdar dê tev li Astanayê nebin û got: "Bi daxuyaniya xwe ku em tevlî hevdîtinan nabin ji hemû dinyayê re eşkere dikin ku Rûsya tenê li ser çapameniyê daxwaza çareseriyê li Sûriyeyê dikin. Heke Rûsya çareseriyê bixwaze divê politikaya xwe biguherîne."

Serokê delegasyona Hikûmeta Sûriyeyê ya civînên Astanayê yên ji bo çareseriya Sûriyeyê Beşar Caferî destnîşan kir ku beşdarnebûna dijberan berpirsyariya Tirkiyeyê ye ku ew dewleteke garantor e.

"CIVÎNA ME BI NÛNERÊN RÛS RE AVAKER BÛ"

Herwiha Caferî diyar kir ku civîna wan bi heyeta rûsî re bi awayekî avaker derbas bû.

Dîplomatê sûrî diyar kir ku bi nûnerên rûs re derbarê rojevê de axivîne û berêvarî dê civîneke din bi aliyê rûsî re li dar xînin.

Ji aliyê din ve, Caferî diyar kir ku wan li gel heyeta Rûsyayê ti belge amade nekiriye û got ku ew ê dûre li ser vê mijarê biaxivin.

Îro qonaxa sisiyan a civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê ya bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê tê lidarxistin, îro bi civîna navbera heyeta NYyê û ya Rûsyayê dest pê kiribû.

Herwiha onaxa yekem a civînên Astanayê di 23-24ê Rêbendanê de dest pê kiribû û qonaxa duyem jî di 15-16ê Sibatê de hatibû lidarxistin.

 

Bi heman mijarî:

Alluş: "Em tevlî hevdîtinên Astanayê nabin"
Tura sêyemîn a hevdîtinên Astanayê destpê kirin
Rûsya: Em hêvî dikin dijberên çekdar jî beşdarî Astanayê bibin
Rûsya Tirkiye û Îran beşdarî komcivîna Astanayê dibin
Rûsya: Hewildana 3 welatên rojava zirarê dide civînên Cenev û Astanayê
Lavrov: Tillerson got, DYA amade ye piştgiriyê bide civînên Astanayê
Pêvajoya hevdîtinên Astanayê bi rêya vîdeo-konferansê tê nirxandin
Etîketan:
Muhammed Alluş, Beşar Caferî, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de