04:00 28 Gulan 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemîr: Darbeya li dijî HDP ji aliyê hersê partiyên meclîsê ve pêk hat

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4321

    Osman Baydemîr,Parlementerê kurd Berdevkê HDPê, di axaftina xwe ya hefteyî ya gruba Partiya xwe de da zanîn ev darbeyeke ku hemû partiyên siyasî yên di nav meclîsê de piştgrî danê ye.

    Osman Baydemîr Parlementerê kurd û Berdevkê HDPê, di axaftina xwe ya hefteyî de diyar kir, Hikûmeta AK Partiyê bi taybetî xebatên xwe yên li bajarên kurdan yên ji bo referandûmê bi çekan pêk tîne û wiha berdewam kir:"Kesên ku fiîliyatê de nikaribûn bi HDPê niha bi êrîş û operasyonan hewl didin ku têk bibin." Baydemîrî got:" Bi rêbazên korsanwarî hevserokên me ji rêveberiyê daxistin. Hiqûq û edeletê xistin bin piya de."

    Baydemîr her wiha bibîr xist hikûmet, ji bûtçeya dewletê kar û xebatên xweyên referandûmê dimeşîne. Wî mînaka Hz Omer da û got:"Dema ku Hz Omer karê xwe yê şexsî dikir findên dewletê tefandibûn, lê we îro find di nava dewletê de nemane ku bêne tefandin." Her Baydemîrî got:"Operasyonên li dijî HDPê darbeyeke ku ji aliyê hersê partiyên nav meclîsê de hatiye erêkirin e."

    'HUN BAHSA AZADIYA RAMAN DIKIN LÊ KA AZADIYA RAMANÊ?'

    Kampanyaya HDPê ya NA yê.
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Osman Baydemîr her wiha ji bo krîza di navbera Holanda û Tirkiye de helwesta desthilatdarên Tirk rexne kir û got:" Vê yekê bi îslamofobiyê rexne dikin, ma Şaredarê Roterdamê misilmanek ji Fasê ye ma hunê qeyûm bibin wê derê jî? Li welatê de mirov ji ber fikrên xwe ne azad in, lê tu bahsa azadiya ramanê dikî."

    'DÊ EMÊ DERÎ BI DERÎ BIGERIN JI BO DENGÊ NA YÊ'

    Osman Baydemîr her wiha bibîr xist ew dê ji bo vê referandûmê derî bi derî bigerin da ku dengên NAyê zêdetir bikin.Wî got:"Ji bo ku em bêjin me dengê wicdana xwe guhdarî kiriye emê bixebitin û emê vê serdestiyê têk bibin."

    Bi heman mijarî:

    HDP bi 6 zimanan dê bibêje “Na”
    Bernamaya HDP û DBPê ya pirozbahiyên Newrozê aşkere bû
    HDP, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirk gilî kir
    HDP: Ji bo dahatuyeke hevpar û wekhevî dengê xwe bidin 'Na'yê
    HDP: Li Tirkiyeyê hewldanek ji bo qirkirina çand û ziman heye
    HDP bo Demirtaş û Yuksekdag wê serî li DMMEyê bide
    Etîketan:
    HDP, Osman Baydemir, Bajarên Kurdan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de