15:35 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Berdevkê Fermandariya Hêzên Hevpeymana Navdewletî John Dorrian

    Dorrian: Peywendiya me ya li gel HSDê gelekî baş e

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15881

    Berdevkê Fermandariya Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê John Dorrian diyar kir ku di navbera hêzên wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hevkariyeke xurt heye.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Berdevkê Fermandariya Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê John Dorrian ji bo danîna plana operasyona kontrolkirina Reqqayê û hêzên beşdarî operasyonê dibin got, "Hekariyeke me ya gelekî baş li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heye. Em dipên ku ew hêzê di nava çend mehên pêş de serkeftinên mezin bi dest bixin û herêmeke berfireh kontrol bikin."

    Dorrian di derbarê operasyona Reqqayê de diyar kir ku plana wan ew e ku em hîn zêde nêzîkê wî bajarî bibin û got, "Niha HSD hewil dide ku karibin Reqqayê paqij bike û ji bo ev hêz karibe zêdetir pêş de biçe, wê piştgiriya me ya ji bo vê hêzê berdewam bike." Dorrian di dewama axaftina xwe de dest nîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku piştgiriyê bidin operasyona kontrolkirin a Reqqayê û got, "Nabe ku li Sûriyeya Bakur hîç navçeyeke di bin desthilatiya DAIŞê de bimîne."

    Berdevkê Hêzên Navdewletî da zanîn ku peywendiya wan li gel artêş û hikûmeta Iraqê heye, ne li gel Heşdî Şebî û her wiha di derbarê peywendiyên wan û Artêşa Sûriyeyê de jî derbirî ku bi tu awayî hevkariyeke wan li gel Artêşa Sûriye û Rûsyayê tune ye.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka wesayîtên zirxî û çekên giran ji Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) re şandin
    HSD: Em dikarin Reqqayê rizgar bikin û qebûl nakin Tirkiye beşdar bibe
    HSD: Divê rola Tirkiyeyê di operasyona Reqqayê de tine be
    Pentagon: Ji bo operasyona Reqqayê bijardeya 'baş û bikêr' HSD ye
    Reuters: HSD ji Minbicê venakişe
    HSD: Rêya di navbera Reqqa û Dêra Zorê de hat qutkirin
    Etîketan:
    Berdevkê Hêzên Hevpeymana Navdewletî, HSD, John Dorrian, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de