05:23 24 Gulan 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Esad: Sedema qeyrana penaberan, polîtîkayên şaş ên Ewrûpayê ne

    © REUTERS/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2110

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad, diyar kir ku qeyrana penaberên a ku têsîrê li Ewrûpayê dike, encamên polîtîkayên şaş ên Ewrûpayê ên li hemberî Sûriye û Rojhilata Navîn in.

    Esad ê ku pêşwaziya lijneyek ji Parlementoya Ewrûpayê kir, di dema hevdîtinê de polîtîkayên Ewrûpayê rexne kir.

    ‘TEROR Û PENABER LI EWRÛPAYÊ ZÊDE DIBIN'

    Esad di dema axaftina xwe ya li gel lijneyê amaje kir ku ‘Li gel piştgiriya terorê û mueyîdeyên li dijî gelê Sûriyeyê, gelek polîtîkayên şaş ên welatên ewrûpî yên li dijî Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, îro encameke wisa derxist holê; teror û penaber li Ewrûpayê belav dibin.'

    ‘TA NÛNERÊN EWRÛPÎ JÎ BI ÇAPEMENIYA EWRÛPAYÊ BAWER NABIN'

    Derbarê nerîna çapemeniya Ewrûpayayê ya li hember qeyrana Sûriyeyê jî Esad got: ‘Derbarê qeyrana Sûriyeyê de li ser medyaya Ewrûpayê gelek agahiyên şaş cih digrin ku êdî gelek nûnerên ewrûpî jî êdî bi çapemeniya xwe bawer nabin. Ji ber vê yekê parlementerên ewrûpî ên ku dixwazin rewşa rastî a Sûriyeyê bibînin û vê rastiyê bi gel re parve bikin, êdî bêhtir serdana Sûriyeyê dikin.'

    Bi heman mijarî:

    15.500 penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê li YEyê hatin dabeşkirin
    Bajarê herî zêde penaberên Sûriyê dihewîne Stenbol e
    Wezîrê tirk: "Heta niha 50 hezar penaberên sûriyeyî vegeriyan welatê xwe"
    Misilmanên Moskowê 6 milyon ruble alîkarî digihînin penaberên Sûrî
    Piştî Trump pêşnûmeya hatina penaxwazan erê kir 2 penaberên iraqî hatin desteserkirin
    Etîketan:
    rojhilata navîn, pilîtîkayên şaş ên ewrûpayê, şerê li dijî daişê, beşar esad, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de