20:31 25 Adar 2017
Zindî
    HSD

    'Dibe piştgiriya navdewletî ji HSDê re piştî şer berdewam bike'

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8410

    Beşdarbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk di operasyona rizgarkirina Reqqayê de piştrast dike ku HSDê misogeriya piştgiriya navdewletî bi dest xistiye daku beşdarî çareseriya Sûriyeyê piştî şerî bibe.

    Medyaya li ser zimanê çavkaniyeke ji Wezareta Derve ya Rûsyayê de ragihand ku beşdarbûna HSDê ya ji hevbendiya hêzên kurdî, erebî û komên din ên etnîkî pêk tê di operasyona rizgarkirina Reqqayê ji DAIŞê de piştrast dike ku piştgriya biyanî dê ji HSDê re hebe daku beşdarî çareseriya qeyrana Sûriyeyê piştî şerî bibe.

    Çavkaniyê ji medyaya rûsî re wiha gotiye: "Ji aliyê leşkerî ve pêdiviya kurdan bi stendina Reqqayê tine. Ew pêşî bêtir bi erdên di navb xaka Kurdistanê de mijûl in. Ev rastiya ku bi pêş ve diçin, piştrast dike ku fersend ji wan re hatiye misogerkirin ku mafên xwe di çareseriya Sûriyeyê ya bê de bisepînin."

    HSDê di 5ê Mijdara 2016an de operasyona Xezeba Firatê da destpêkirin daku bajarê Reqqayê yê dihesibe paytexta DAIŞê li Sûriyeyê rizgar bike.

    Hêjayî gotinê ye ku HSDê di 2015an de wek hêzeke parastinê ji bo bakaurê Sûriyeyê hatiye damezirandin ku YPGê hêza sereke tê de bû û ji wê çaxê de piştgiriya Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya ku DYAyê pêşengiya wê dike werdigre.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Em dikarin Reqqayê rizgar bikin û qebûl nakin Tirkiye beşdar bibe
    Pentagon: Ji bo operasyona Reqqayê bijardeya 'baş û bikêr' HSD ye
    Senatorê DYA McCain li Kobanê çû serdana rayedarên PYD, HSD û YPGê
    HSD ber bi Reqqayê ve bi pêş de diçe: 4 gund hatin kontrolkirin
    HSD: Gundê Mêzîlayê yê stratejîk ji sê mihweran ve hatiye dorpêçkirin
    HSD: "17 terorîst hatin kuştin û gundê Bîr Saîd hat rizgarkirin"
    HSD: Em nehatin vexwendin bo Astanayê, em jî dê biryarên wê qebûl nekin
    HSD û Caferî ji bo federasyonê devjeniyê dikin
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Sûriye, Rûsya, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de