22:17 20 Tebax 2017
Zindî
    Tel Abyad ku girêdayê wîlayeta Reqqayê ya Sûriyeyê

    Li girekî Reqqayê 8 tunel hatin dîtin

    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1710

    Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di operasyona paqijkirina girê Menxer Xerbî de 8 tunelên ku terorîstên DAIŞê ku xwe tê de vedeşartin, dîtin.

    Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê girê Menxer Xerbî ya stratejîk ku dikeve rojhilatê bajarê Reqqayê di 8ê adarê de rizgar kirin û niha li gir û derdora wê kontrolên ewlehiyê dikin.

    Di encama operasyona kontrolkirin û paqijkirina gir de, şervanan 8 tunelên ku terorîstên DAIŞê ku ji bo veşartina ji balafirên şer bi kar tanîn dîtin.

    Li derdora tunelan jî alavên kolandina tunelan hatin dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Şervanên Xezeba Firatê gihîştin Çemê Firatê
    Xezeba Firatê armanca vê qonaxê ya operasyona Reqqayê eşkere kir
    Şervanên Xezeba Firatê 3 gundik rizgar kirin
    Şervanên Xezeba Firatê 2 gundên din rizgar kirin
    Etîketan:
    hsd, tunelên daişê, reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de