15:41 19 Hezîran 2018
Pasdar

Gengeşiya di navbera PDK-Î û Pasdaran de berdewame

© AP Photo/ Ebrahim Noroozi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Piştî hêzeke girêdayî PDK-Îyê duhî roja pênşemê li deverekê li sînora navbera Herêma Kurdistanê û bajarên kurdan a Îranê de manoreyeke leşkerî pêk anî, pasdarên Îranê jî bersivek tund da wan.

Piştî hêzeke girêdayî PDK-Îyê duhî roja pênşemê li deverekê li sînora navbera Herêma Kurdistanê û bajarên kurdan a Îranê de manoreyeke leşkerî pêk anî, pasdarên Îranê jî bersivek tund da ragihand. Pasdarên Îranê daxuyaniyekê derheqê pêşmergeyên PDK-Îyê de weşandin û gotin ku "Pasdar çavdêriya gef û xeterên ewlehî û leşkerî yên li ser sînorê Îranê û Herêma Kurdistanê dikin."

'PEŞMERGE AMADEKARIYA PENGAVEKE NÛ DIKIN'

Her wiha pasdaran ragihand ew ji bo bersivdana gefekê amade ne. Rûdaw di nûçeya xwe de dibêje:" Fermandeyên Supa ya Pasdaran li Urmiyê di komciînekê de ragihand ku sînorên Îranê di bin çavdêriya tund a hêzên wan de ne û tekez kirin, ku ew rê bi derbaskirina sînoran ji aliyê ti hêzekê ve nadin. Her fermandeyên supaya Pasdaran ragihand ku Pêşmergeyên PDK-Îyê di dema manovrayê de, gelek cureyên çekên sivik, nîvçesivik û çekên giran de bikar anîne.

Li gorî heman dezgeha ragihandinê Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hicrî jî di beyanatek daye wan de gotiye ku ew xwe ji bo qonaxeke nû ya çalakiyan amade dikin û dê hewl bidin çalakiyên xwe bibin nav kûrahiya xaka bajarên kurdan jî.

Bi heman mijarî:

PDKÎ: Nûçeya rawestandina şer derew e
PDKÎ: Divê êdî Kurdistan biryara serxwebûnê bide
PDKÎ: "Îran cenazeyên 8 leşkerên xwe dixwaze"
PDKÎ: "Em pêşmergeyên xwe dişînin Îranê"
PDKÎ û PDK: Em bi ti awayî li sînor paşde venakişin
PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin
PDKÎ serkeftina HDPê pîroz kir
Etîketan:
Pasdar, pdk-î, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de