12:43 25 Adar 2017
Zindî
    Berdevka Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed

    HSD: Em dikarin Reqqayê rizgar bikin û qebûl nakin Tirkiye beşdar bibe

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7390

    Berdevka Odeya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku hêza wan û têrê dike ku bi piştgiirya Hêzên Hevpeymanê bajarê Reqqayê ji destê rêxistina DAIŞê ya terorîst derxînin û destnîşan kir ku ew qebûl nakin Tirkiye beşdarî operasyonê bibe.

    Şêx Ehmedê derbarê mijarê de wiha got: Hejmara hêzên me niha zêde dibe, bi taybetî xelkê herêmê tev li me dibin û hêza me têra xwe heye ku em Reqqayê bi piştgiriya Hêzên Hevpeymanê rizgar bikin."

    Herwiha fermandara kurd destnîşan kir ku agahî li nik wan hene ku DAIŞê hinek fermandarên xwe ji bajarî derxistine û wiha pê de çû: Îca tunelan dikolin û em texmîn dikin ku ew dê bajarî qayim bikin. DAIŞ xwe ji bo şerê kolanan amade dike."

    Hêjayî gotinê ye ku Berdevkê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) Telal Silo jî duh ragihandibû ku ji Amerîkayê re gotine, divê rola Tirkiyeyê di operasyona rizgar kirina bajarê Reqqayê ji DAIŞê de tine be.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Fermandarekî me li Reqqayê jiyana xwe ji dest da
    Li rojhilatê Reqqayê girek hate rizgarkirin
    Îdîaya ku ‘Amerîka dest bi operasyona Reqqayê dike'
    ‘Heke operasyona Reqqayê bi YPGê re pêk were dê bedeleke vê ji bo Amerîkayê hebe'
    Pentagon: Ji bo operasyona Reqqayê bijardeya 'baş û bikêr' HSD ye
    Xezeba Firatê armanca vê qonaxê ya operasyona Reqqayê eşkere kir
    Fermandarê amerîkî Townsend: Divê Tirkiye xebatên bo operasyona Reqqayê asteng neke
    Erdogan: Eger Moskow bixwaze, em dikarin operasyona Reqqayê bi DYA û Rûsyayê re bikin
    Etîketan:
    DAIŞ, Cîhan Şex Ehmed, Telal Silo, Reqqa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de