04:50 25 Mijdar 2017
Zindî
    Şervanekî YPG li Hesekê

    HSD: Divê rola Tirkiyeyê di operasyona Reqqayê de tine be

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 88121

    Berdevkê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) Telal Silo ragihand ku ji Amerîkayê re gotine, divê rola Tirkiyeyê di operasyona rizgar kirina bajarê Reqqayê ji DAIŞê de tine be.

    Berdevkê HSDê Telal Silo got: "Aliyê tirk hêzekê dagirkere û destur nayê dayîn ku zêdetirî axa Sûriyeyê dagir bike." Silo destnîşan kir ku me wek HSDê vê peyama xwe meha borî ji rayedarên Amerîkayê yên li Sûriyeyê û Senetorê amerîkî John McCain re ragihand."

    Telal Silo eşkere kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ketina taxên derbajêr ên Reqqayê piştî kontrol kirina rêyên sereke dê çend hefte dewam bike, û bikevin taxên derbajêr ên Reqqayê, "Em hêvîdar in ku bajêr dê di nav çend hefteyan de were dorpêçkirin."

    HÊZÊN AMERÎKAYÊ YÊN TEQWIYE DÊ LI CEPHEYA PÊŞ CIH NEGIRIN

    Ji aliyê din ve Amerîka yekîneyekê topavêjan ji bo operasyona Reqqayê şand Sûriyeyê. Berdevkê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê Mîralay John Dorrian da zanîn ku hêzên amerîkî yên teqwiye dê bi hêzên Koalîsyona Ereban û HSDê re tevbigerin, lê dê li cepheya peşî cih negirin.

    Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku piştgiriya wan ê ji bo YPGê re dewam bike û bo têkilî di navbera PKK û YPGê de jî gotibûn em ne bawerin ku hebe.

    Bi heman mijarî:

    'Barzanî ji bo Reqqa, Şingal û statûya Kurdistanê hat Tirkiyeyê'
    Çavuşoglu: El Bab temam e, di rêzê de jî Reqqa heye
    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê: "Reqqa û Minbiç ne alternatîfê hev in"
    YPG: Fermandarekî me li Reqqayê jiyana xwe ji dest da
    Li rojhilatê Reqqayê girek hate rizgarkirin
    Îdîaya ku ‘Amerîka dest bi operasyona Reqqayê dike'
    Etîketan:
    cephe, PKK, YPG, operasyon, peyam, beşdar, rol, HSD, John McCain, Telal Silo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de