17:43 18 Tebax 2017
Zindî
    Civîna aşkerekirina programa Newroza 2017an li Amedê

    HDPê Barzanî vexwend Newroza Amedê

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 181105

    Di civîna çapemeniyê ya aşkerekirina programa Newroza 2017an a li Tirkiyê û bajarên kurdan de Berdevkê Koma HDPê Osman Baydemir diyar kir ku Newroz destpêka cejn û gavên nû ye û daxwaza wan dîsa şertên aştiya 2013an bê avakirin. Baydemîr ragihand ku weke her sal ji bo Serokê Herema Kurdistanê Mesud Barzanî re jî dawet şandine.

    Li Amedê starta pîrozbahiya Newroza 2017an bi civîna çapemeniyê hat dayîn. Pîrozbahî dê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratik (KCD) HDP, HDK û DBPê li 33 navenda were li darxistin. Ji bo starta Newrozê li Amedê partî û saziyên kurd daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevseroka KCDê Leyla Guven, Hevseroka HDK Gulistan Kiliç, Serokwekila DBPê Gulcihan Şimşek, Berdewkê Koma HDPê Osman Baydemir amade bûn.

    Serokwekila DBPê Gulcihan Şimşek di civinê de axivî û diyarkir ku bi coşa 8ê Adarê dest bi xebatên Newrozê kirine. Şimşek got "Meha Adarê meha berxwedan û vejinê ye. Em ji berê de jî dizanin ku li Tirkiye Cejna Newrozê bi coşek gelek mezin tê pîrozkirin. Em dê Cejna Newrozê bi coşek mezin pîroz bikin û vê coşê bibin referandumê. Newroz, dê ruhê têkoşîna Kurdistan û Turkiye bêtir mezintir bike." 

    BAYDEMIR: STARTA NEWROZÊ DÊ LI NISÊBIN BÊ DAYIN

    Newroz
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Berdevkê Koma HDPê Osman Baydemir jî axivî û diyar kir ku Newroz cejna destpêkên nû ye û wiha got: "Newroz cejna gelê kurd a neteweyî ye. Nerîna siyasî û baweriya wan çi dibe bila bibe Newroz nirxa gelê kurd a hevpar e. Em Newroza hemû gelan ji dil û cen pîroz dikin. Em hêvî dikin ku Newroza 2017an bibe destpêkên nû yên aştî û aramiyê. Ji bo pîrozkirina Newrozên li Şirnex, Cizîr, Serhat, Riha serlêdanên pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Starta pîrozbahiya Newrozê dê di 17ê Adarê de li Nisêbînê bê pirozkirin. Di 21ê Adarê de jî em dê daxwaza azadiyê li Amed û Wanê bi coşek mezin bînin ziman û biqîrin." 

    'NEWROZ JI BO PÊVAJOYEK NÛ DÊ BIBE FIRSEND'

    Baydemîr bang li rayedarên hikûmetê kir û wiha got: "Newroz roja ku hemû welatî bi hêvî, hesret û hestên aştî, azadî û edaletê li benda wê ne. Newroz ji bo deriyekî nû û pêvajoyek nû dê bibe firsend. Ger ku welatî bi dilê xwe pîroz bikin dê hewaya aştiyê bi ser bikeve. Em bang li hikûmetê dikin ku li ti derê pîrozbahiyên Newrozê qedexe nekin. Divê her kes li agirê Newrozê xwedî derkevin. Li nirxên xwe xwedi derkevin." 

    'JI PARTIYEN BAŞÛR RE DAWET HAT ŞANDIN'

    Baydemîr, anî ziman ku ji hemû pêşengên Herêma Kurdistanê re dawetiye hat şandin û wiha got: "Ev Newroz dê bibe deriyê edalet û aştiyê. 2 salin li Mezopotamya û herêmê zivistanên reş derbas dibin. Newroz cejn û rengê gelan e." 

    KOÇYIGIT: NEWROZ LI HEMBER DEHAQAN GOTINA ‘NA' YE

    Hevberdevka KDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigît jî anî ziman ku wekî HDKê dê bi coşek mezin li Tirkiye Newrozê pîroz bikin û wiha got: "Tu zor û zilm ne heta dawî ne. Newroz, têkoşîna li dijî zalim û dehaqan gotina 'Na' ye. Gotina 'Na' mirovan teqez dibe serkeftinê. Em niha di pêvajoya ku Tirkiye ber bi rojên tarî ve dibin dijîn. Di vê pêvajoyê de pêşxistina rihê Newrozê gelek girîng e. Em dê bi rihê Newrozê di ber xwe bidin. Em di Newrozê de bi rihê Kawayê Şoreşger li dijî Dehaqê Zalim isyan dikin û di ber xwe didin. Divê em dakevin qadan û bi rihê Newrozê her derê bikin hewa cejnê. Dê her kes hêrsa xwe li qadên Newrozê derxe holê."

    ‘JI SEROKÊ HEREMA KURDISTANÊ RE DAWET HAT ŞANDIN'

    Baydemîr ê ku pirsên rojnamegeran bersivand li ser pirsa 'Hûn ê gelo Serokê Herêma Federal a Kurdistanê dawet bikin?' wiha bersivand: "Newroz cejna gelên mazlum e. Reng çi dibe bila be, siyaset çi dibe bila be Newroz ya hemû gelan e. Ji ber vê yekê jî banga me ji bo hemû kurdan e, em agirê Newrozê bi hev re pêxin. Lîder û partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê vexwendî ne. Îro tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewime fersendê dide gelên mazlum. Divê gelê kurd jî li ser axa xwe hebûna xwe bidomîne. Ger ku em di vê pêvajoyê de nebin yek ev dê bibe sedema fermana gelê kurd. Gelê êzidî 74 ferman jiyan kir lê îro fermana 75emîn tê xwestin pêk bê. Îro bi ruhê Newrozê divê yekîtî bê avakirin û li dijî fermanan em têbikoşin. Divê ne gule destegulan dirêjî hev bikin" da. 

    'DIVÊ DERIYÊ AŞTIYÊ BÊ VEKIRIN'

    Li ser pirsa 'Gelo dê peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di Newrozê de hebe?' jî Baydemîr wiha got: "Tê zanîn ku dema peyama Birêz Ocalan a di 2013an de û piştre mirovan jiyana xwe ji dest nedan. Piştî ku maseya pêvajoya çareseriyê hate wergerandin û ji ber şertên tecrîda girankirî hevdîtinek pêk nehat. Ji bo tecrîd ji holê bê rakirin û ji şertên aştiyê pêk bê divê di Newrozê de derî bê vekirin."

    'DIVÊ AGIRÊ NEWROZÊ NEYÊ VEMIRANDIN'

    Baydemîr pirsa 'ger ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê destur neyê dayîn dê pîrozbahî bê kirin?' wiha bersivand: "Divê agirî Newrozê ya li dijî tarîtiyê ronahî ye neyê vemirandin. Ev sûde dê nede kesekî jî. Ye girîng ew e ku em bihevre govenda xwebiratiyê bigirin. Di Newroza ku di 2013an de hate qedexekirin çi bû? Mirov êşiyan lê xwedî li nasname û cewherê xwe derketin. Divê agirê Newrozê neyê vemirandin. Ya ku divê bê vemirandin êşa di dilê dayikan de ye. Ev gel dê xwedî li Newrozê derkevin. Birînên ku di 2 salan de hatine vekirin ji bo ku Newroz bibe merhem hewldana me heye. Sekna HDPê zelal e. Di şer de yên ku dikujin heye ye tên kuştin jî. Dibin kujer. Wekî kujer tê bi bîr anîn. Piştî ku dimire, bi sedan salan, nifş bi nifş wekî kujer dimîne. Li vê axê Sedam çawa tê bibîranîn. Ên ku qetil dikin her tim bi vî rengî dê bên bi bîranîn. Li vî cografyayê bila tu kes jiyana xwe ji dest nede û nebe kujer. Em ê li ser vî esasî siyaset û têkoşîna xwe bidomînin. Dawiya dawî dê gel serdest be. Ya ku gel dixwaze jî maf e ji bilî vî tiştekî naxwaze."

    Bi heman mijarî:

    Encamên pîrozkirina Newroza Urmiyê: Bi dehan mirî û birîndar
    Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê hatin binçavkirin
    Lêpirsîn bo Newroza Amedê
    Polêsan êrişî Newroza li Cizîrê kirin
    Vaye Newroza Federalîzma Demokratîk
    Etîketan:
    Newroz, KCD, DBP, HDK, HDP, Abdullah Ocalan, Mesûd Barzanî, Gulistan Kiliç Koçyigit, Leyla Guven, Gulcihan Şimşek, Osman Baydemir, Serhed, Şirnex, Cizîr, Herêma Kurdistanê, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de