01:56 27 Adar 2017
Zindî
    Petrol- OPEC

    Wezareta Iraqê: Haya me ji peymana di navebra YNKê û Ebadî de tune ye

    © REUTERS/ Darren Whiteside
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2455

    Wezareta Neftê ya Iraqê diyar kir ku agahiya wan ji peymana di navbera YNK û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de tune ye.

    Li gorî nûçeyeke Rûdawê Berdevkê Wezareta Neftê ya Iraqê Asim Cîhad ragihand ku ew wek wezaretê haya wan ji tu peymaneke nû tune ye û got, "Wezareta Neftê hewil da ku parzingeha li Kerkûkê sererast bike lê ji ber rewşa ewlehî û siyasî ya li Kerkûkê ti şîrketan nexwest werin Kerkûkê."

    Cîhad diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka parzingeha neftê wan rojane 10 hezar bermîl neft zêdekirine û got ew ê îsal uniteyeke nû ya neftê damezirînin.

    Tê zanîn ku Hêzeke YNKê hefteya borî li Kerkûkê dest danîbû ser bîrên petrole yên Şîrketa Pterol a Iraqa Bakur û ji bo demekê herikîna petrole rawestandibû. Wê hêzê daxuyandibû ku ger ji dahateyan parek ji bo wan jî neyê dayîn wê hîn zêde pêş de biçe.

    Piştî vê bûyerê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çûbû bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê û li wir bi şandeke YNKê ya di bin serokatiya Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl de civiyabû û ev mijar gotûbêj kiribû. Piştî civînê Kosret Resûl daxuyandibû ku aliyê wan û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî peyman danîne û gotibû, "Peymanê pirsgirêk bi dawî kir û êdî (ji bo girtina xeta lûleyan) dîrokek dawîn tune ye."

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de