07:14 23 Çile 2018
Zindî
    Operasyon - leşkerî - leşkerên tirk- Lice

    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer: Leşkerek hat kuştin

    © Foto: Walîtiya Amedê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Piştî ragihandina qedexeya derketina derve ya li navçeya Liceyê leşkerên tirk operasyoneke mizin dabûn destpêkirin. Hate diyarkirin ku di nabera leşkerên tirk û PKKê de şer derketiye û leşkerek hatiye kuştin.

    Operasyona Artêşa Tirkiyeyê ya li navçeya Liceyê ya Amedê dewam dike. Hate diyarkirin k udi saetên nîvro de di navbera şervanên PKKê û leşkerên tirk de şer derketiye û di encamê de jî leşkerek tirk birîndar bûye. Leşkerê birîndar rakirin newxweşxaneyê lê tevî hemû mudexaleyan jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê di şer de 4 şervanên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.

    Leşkerên tirk li ser sînorê Çewlêkê û navçeyên Pasur, Hênî û Liceyê di 5ê Adarê de bi beşdarbûna 7 hezar leşker, polêsên tevgera taybet û cerdevanan, bi piştgiriya helikopter û balafirên şer operasyon dabûn destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Walîtiya Amedê derbarê operasyona li Liceyê de daxuyanî da
    Doza qetlîama Liceyê careke dî hat taloqkirin
    Qedexeya derketina derve ya Liceyê hat rakirin
    Li 6 gundên Liceyê qedexeya derketina derve hate ragihandin
    Polêsan mudexale li meşa ji bo Liceyê kirin
    3 cenazeyên navçeya Liceyê anîtin Amedê
    Etîketan:
    kuştî, şer, tirk, leşker, PKK, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de