16:41 22 Çile 2018
Zindî
    Qamışlo

    'Ciwanên Şoreşger' êrîşî nivîsgeha Yekitiyê kir

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Komek Ciwanên Şoreşger ên nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk êrîşî nivîsgeheke Partiya Yekîtî ya kurdî li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê kir û alavên di nivîsgehê de şkenandin.

    Li gorî Rûdawê, çavkaniyekê ji Partiya Yekîtî ragihandiye ku 15 ciwan bi 4 tirimbêlan hatine û êrîşî nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurdî ya li navenda taxa Siyahî kiriye û pencere û deriyên wê şkenandine.

    Herwiha li gorî çavkaniyê, wan ciwanan li ser dîwarên nivîsgehê hinek slogan û durişm nivîsîne ku di wan de ENKSê û Partiya Yekîtî bi îxanetê tawanbar dikin.

    Ji aliyê din ve, roja 3yê Adarê dîsa êrîş li nivîsgehên partiyên kurdî yên endamên ENKSê li bajarên Qamişlo û Dirbêsiyê pêk hatibûn.

    Bi heman mijarî:

    Encamên serdana ENKSê bo DYAyê tên nîqaşkirin
    ENKSê li ser hevdîtinên Washingtonê daxuyanî da
    Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û senatorê Amerîkî Brad Sherman civiyan
    Heyeta ENKSê li Washîngtonê dest bi hevdîtinan dike
    Fuad Elîko wek nûnerê ENKSê diçe Cenevê
    Barzanî bi nûnerên ENKSê re civiya
    Etîketan:
    Partiya Yekîtî, Dirbêsiyê, Qamişlo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de