02:48 19 Çile 2018
Zindî
    8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê

    'Ev bihar dê bibe bihara kurdan'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 62

    Li Amedê finala xwepêşandana 8ê Adarê bi coşek mezin pêkhat û qada xwepêşandanê bi rengê jinê xemilî. Pişti demek dirêj qada İstasyonê yekem car ji jinan re hat vekirin û bi hezaran jinan 8ê Adarê pîrozkir. Hevseroka KCDê Leyla Guven di bernameyê de axivî û got: Li gel hemû tiştan îro jin 8ê Adarê pîroz dikin. Ev bahar dê bibe bahara kurdan."

    Xwepêşandana jinan a fînala 8ê Adarê ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Amedê li qada 5ê Hezîranê (İstasyon) bi tevlêbûna hezaran jinan pêkhat. Beriya mitîngê jinên rojnameger ku ji bo mîtîngê bişopînin hatin qadê di xala lêgerînê ya mîtîngê de bi hinceta ku qerta wan a çapemeniyê ya zer tuneye hatin rawestandin. Jinên rojnameger piştî ku demekê hatin rawestandin, derbasî qada mîtîngê bûn.

    Dîsa jinên ku bi reng û çarikên xwe yên kesk, sor û zer di xala kontrolê re derbas bûn, di ketin qada mîtîngê rastî astengiya polîsan hatin. Bi hezaran jin beriya xepêşandan dest pê bike bi cil û bergên xwe yên rengîn ketin qada mîtîngê ya 5ê Heziranê. Di xwepêşandanê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan, Feleknas Uca û Sibel Yîgitalp, Endamên Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jinên din amade bûn.

    8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê

    'HETA JIN AZAD NEBE CIVAK AZAD NABE'

    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di mitîngê de axivî û diyar kir ku ew dê di 16ê Nîsanê de li dijî hişmendiya yekperest û destdirêjî li hember jinê dibin, biçin ser sindoqê û bêjin "Na" û wiha berdiwam kir: "Jinan qadên 8ê Adarê tije kirin. Qadên Newrozê jî dê tijî bikin. Em dê ve baharê bikin bahara kurdan."

    Guven, anî ziman ku jin li gel hemû astengî û qedexeyan ji 1ê Adarê heta îro li qadan in û wiha got: "Îro li Êlih, Wan û Enqereyê mîtîng tên lidarxistin. Rêberê herî mezin ê Rojhilata Navîn got 'Heta jin azad nebe civak azad nabe'. Birêz Ocalan bi têkoşîna xwe jin gav bi gav nêzî azadiyê kirin. Ez li vir 8ê Adarê pîroz dikim. Îro di nava şertên OHALê de ligel hemû astengiyan em dîsa li qadan gihiştin hev. Me îro bi têkoşîna xwe hemû astengî û bend şikandin û em hatin vir. Em astengiyan nas nakin."

    8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê

    BANGA AZADIYA OCALAN

    Parlamentera HDPê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî 8ê Adarê pîroz kir û wiha got: "Berxwedana Ameda dê xeyalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne. Ocalan dê azad bike. Bi coşa azadiyê Newrozê pîroz bikin.

    8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê

    UCA: KURD NE KURDÊN LOZANÊ NE

    Pişt re Parlamentera HDPê ya êzîdî Feleknas Ûca jî axivî û destnîşan kir ku divê jin berê xwe bidin çiyayên Şengalê û wiha axivî: "Bila cîhan bizanibe ku ti kes nikare li hember têkoşîna dayikan bisekine. Werin em bi hev re rûyê xwe vegerînin Sur, Nisêbîn, Cizîr û çiyayên Şengalê. Kesên ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî êrîşê serkeftiyên kurdan dikin bila baş bizanibin ku kurd ne kurdên Lozanê ne. Di pêvajoya dîrokê de jin li hemû qadan azadiyê diqîrin."

    Di çarçoveya bernameyê de peyamên 8ê Adarê yên Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak, berdevka Demkî ya KJAyê Ayla Akat Ata, parlementerên HDPê Besime Konca, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Meral Daniş Beştaş û Çaglar Demirel ên girtî jî li ser dikê hatin xwendin.

    Bi heman mijarî:

    Çend parlementerên HDPyî yên di girtîgehê de ji bo 8ê Adarê peyam şandin
    Roja 8ê Adarê û eleqeya wê ya bi jinên kurd re
    Polîsên rûs ji bo 8ê Adarê dîmeneke balkêş çêkir
    Seyareya ku jin dibirin 8ê Adarê qulibî: 7 mirî 34 birîndar
    Planên Pûtîn a 8ê Adarê diyar bûn
    Etîketan:
    roja jinê, mîtîng, pîrozbahî, Sputnik, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de