11:11 23 Çile 2018
Zindî
    Lice qedexeya derketina derve Amed

    100 wesayetên zirxî beşdarî operasyona li Licê bûn

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Li bejahiya Licê ya navçeya Amedê operasyoneke fireh ya leşkerî tê lidarxistin. 100 wesayetên din ên zirxî beşdarî operasyonê bûn.

    Operasyona leşkerî ya bi tevlêbûna 8 hezar leşker, polîs û qorîciyan li 18ê gundên Licê ku 5ê Adarê dest pê kiribû didome. Operasyon li 30 kîlometre qada di navbera Licê û Dara Hênê de berdewam dike.

    Ji ber operasyonan şebekeyên telefon û înternetê qut bûne û bi şêniyên gund re jî pêwendî nayê danîn. Herwiha çûn û hatina gundan jî qedexe ye.

    Şevê dî nêzî 100 wesayitên zirxî yên kirpî û kobra şandin qada operasyonê. Her wiha bi helîkoptêran jî gelek sewqiyat hate kirin.

    Li gorî agahiyên li ser ANFê di operasyonê de bi ser gelek malên gundiyan de girtin û gelek kes hatine binçavkirin. Li gundê Mêrdê Idrîs Atagun û Ahmet Alik ku pezê xwe biribûn nêçîrê hatin binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Şaredariya Licê qeyûm hat tayînkirin
    Polîsan bi ser şaredariya Licê de girt
    Qedexeya li Licê û Hêne hat rakirin
    Li 13 gundên Licê û Hênê qedexeya derketina derve
    Sirri Sureyya Onder: Sedema destpêka pêvajoya xendekan erdheja Licê ye
    Li 3 gundên navçeya Licê qedexeya derketina derve hat rakirin
    Etîketan:
    pkk, operasyona leşkerî, şer, licê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de