18:51 26 Gulan 2018
Artêşa Amerîkayê

'Amerîka wê bi Tirkiyeyê re operasyoneke hevpar li dar nexe'

© Flickr / Morning Calm Weekly Newspaper Installation
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 13

Balyozê teqawidî yê Tirk Unal Çevikoz diyar kir ku Amerîka wê bi Tirkiyeyê re operasyoneke hevpar li dar nexe û got, "Ji ber ku Amerîka li Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAIŞê de PYD û YPGê ji xwe re hevkar dibîne."

Balyozê teqawidî yê Tirk Unal Çevikoz geşedanên vê dawiyê yên di derbarê Sûriyeyê de ji RS FMê ji bo Yavuz Oghan nirxand û got, "Trump li ser plana ku ji bo wî hatiye pêşkeşkirin, nirxandinê dike. Wê li gorî vê planê biryarên siyasî û leşkerî werin dayîn. Bi ya min hêj biryarên teqez nehatine dayîn lê li gorî min wê bi Tirkiyeyê re operasyoneke hevpar lê dar nexe. Ji ber ku Amerîka li Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAIŞê de PYD û YPGê ji bo xwe wek hevkar dibîne."

‘PIŞTÎ DAIŞ HAT PAQIJKIRIN DIVÊ MIJARA PYDÊ WERE AXAFTIN'

Çevikoz di derbarê rewşa PYDê ya li Sûriyeyê û helwesta Tirkiyeyê ya li dijî vê yekê de wisa axivî: "Ya girîng têkoşîna li dijî DAIŞê ye. Gava ev têkoşîn bi dawî bibe, dibe ku Tirkiye bi hewildaneke siyasî ji Rûsya û Amerîkayê bixwaze ku PYD û YPGê îzole bike. Wê ev gav ne dereng be. Ji ber ku PYD û YPG heta niha ji bo Tirkiyeyê rasterast nebûye metirsiyeke çekdarî. Lê bele, dibe ku ev veguher metirsiyekê? Di vir de jî divê em pêbaweriya ku Amerîka û Rûsyayê daye me, li ber çavan bigirin. Ger ku pêbaweriyên wan dane me, vala derkevin wê gavê Tirkiye wê bergiriyên xwe bi xwe bigire."

‘PIŞTÎ DAIŞÊ WÊ WERE PAYÎN KU DEMA ESAD JÎ BI DAWÎ BIBE'

Çevikoz li ser siberoja Sûriyeyê jî diyar kir ku rewş wê piştî paqijkirina DAIŞê zelal bibe û got, "Gava DAIŞ derket holê, mijarên serek guherîn. Civaka navdewletî ya ku DAIŞ wek şeytên qebûl kir, neçar ma ku bi Esad re hevkariyê bike. Ev nayê wê wateyê ku Esad wê di siberoja Sûriyeyê de mayinde be. Piştî DAIŞ were paqijkirin wê were payîn ku di pêvajoya demokratîkbûna Sûriyeyê de dema Esad jî bi dawî bibe."

Dîplomatê berê yê tirk ji bo civîna sererkanên Rûsya, Amerîka û Tirkiyeyê jî got divê ev civîn berê bihata li dar xistin.

Bi heman mijarî:

YPG: Artêşa tirk di mehên rêbendan û sibatê de 89 caran êrîşî Rojava kir
YPG li Dirbêsiyê wesayetek bombebarkirî zeft kir
YPG: Tirkiye bi firokeyê êrişî hin herêmên Rojava kir
YPG: Nûçeyên medyaya tirk ne rast in
Serokomarê Tirk: Divê YPG-PYD Minbicê radestî birayên me yên ereb bike
YPG: Êrîşên Artêşa tirk berdewam in
Opozîsyona Sûriyê: Nabe YPG beşdarî Cenevê bibe
Etîketan:
operasyona hevpar, lidarxistin, Amerîka, Rûsya, DAIŞ, YPG, PYD, Balyozê berê yê Tirk, Unal Çevikoz, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de