00:18 27 Gulan 2018
Dr . Mehmûd Osman

'Hinek alî li Bexdayê hene, piştgiriyê didin YBŞê'

© Foto : Facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman teqez kir ku hinek alî li Bexdayê hene ku piştgiriyê didin "Yekîneyên Berxwedana Şingalê" û diyar kir ku PKKê jê re gotiye, tenê nakokiyên me bi PDKê re hene lê partiyên din ne li dijî mana me li Şingalê ne.

Osman diyar kir ku nabe evqas hêz li Şingalê hebin ji ber ew dê bibe sedemakêşeyan û wiha pê de çû: Nabe careke din rê li ber vebe ku dewletên herêmî planên xwe bînin cih û şer di navbera kurdan de çêbibe."

Siyasetmedarê kurd bi Rûdawê re axivî û destnîşan kir ku hinek alî li Bexdaye hene piştgiriyê didin mayîna YBŞê li Şingalê.

"MAFÊ PÊŞMERGEYÊN ROJ E KU VEGERIN KURDISTANA SÛRIYEYÊ"

Derbarê vegera Pêşmergeyên roj bo Rojava jî, Osman wiha got: "Mafê hêzên Pêşmerge(yên Roj) heye ku vegerin deverên xwe yên Kurdistana Sûriyeyê."

Ji aliyê din ve, Osman bangî hemû partiyên kurdî kir ku tev li wan gotûbêjan bibin ên ku bi PKKê re li ser Şingalê tên kirin.

"NAKOKIYÊN ME TENÊ BI PDKÊ RE HENE"

Derbarê PKKê de jî, Osman wiha got: "Ez bi PKKê re axivîm. Rayedarên partiyê ji min re got, nakokiyên me tenê bi PDKê re hene û partiyên din ne li dijî mayîna me li Şingalê ne."

3ê vê mehê pevçûn di navbera Pêşmergeyên Roj û YBŞê de li navçeya Snûnê derketibû.

Bi heman mijarî:

Fermandarê YBŞê: Pêşmergeyên Roj bi plana Enqereyê hatine Şingalê
Li Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û YBŞê de şer derket
Fermandarê YBŞê: Tirkiyê operasyona rizgarkirina Mûsilê dereng dixe
YBŞê bi 1600 şervanên xwe beşdarî operasyona Mûsîlê dibin
Nasnameya şervanekî YBŞê hate eşkerekirin
YBŞ: Pêngava yekemîn bi dawî bû
YBŞ êrişa terorîstan şkand: 17 terorîst hatin kuştin
YBŞ: PDKê nahêle çek werin destên me
Etîketan:
YBŞ, PDK, PKK, Mehmûd Osman, Bexda, Iraq, Şingal, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de