18:14 17 Çile 2018
Zindî
    ENKS

    Encamên serdana ENKSê bo DYAyê tên nîqaşkirin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Endamê Nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyeyê Silêman Oso diyar kir ku encamên serdana ENKSê bo DYAyê erênî bûn lê şirovekarê siyasî Ferîd Sedûn berovajî wê axivî û bangî ENKSê kir ku rêzên xwe qayim bike.

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Oso diyar kir ku amerîkiyan hîn jî nexşerêyeke zelal ji bo siberoja Sûriyeyê diyar nekiriye lewra civînên ENKS û rayedarên amerîkî avaker bûn.

    Hêjayî gotinê ye ku hemû aliyên kurdî yên li Sûriyeyê dixwazin li gel ku ENKSê federasyoneke ji ya Birêveberiya Xweser cuda dixwaze. ENKSê federasyonê li ser bingeheke neteweyî dixwaze lê Birêveberiya xweser federasyonê li ser bingeheke erdnîgarî ji bo bakurê Sûriyeyê dixwaze.

    "RAYEDARÊN DYAYÊ GOT, MAFÊ PÊŞMERGEYÊN ROJ HEYE VEGERIN"

    ENKSê ji wajn partiyan pêk tê yên ku li derveyî Birêveberiya Xweser mane û bi hevbendiya dijberiya Sûriyeyê re tevdigere. Herwiha hêzên Pêşmergeyên Roj ên li Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve tên pewerdekirin û biçekkirin bi wan ve girêdayî ne.

    Oso bal kişand ser rewşa herêmê ku li ber guhertinên mezin e û destnîşan kir ku DYAyê bi kêfxweşî pêşwaziya serdana ENKSê kir.

    Herwiha Oso diyar kir ku hemû "rayedarên DYAyê piştgirî dane mafê Pêşmergeyên Roj ku derbasî herêmên kurdî yên li Sûriyeyê bibin daku wê biparêzin".

    "ENKSÊ QELS E"

    Şirovekarê siyasî Ferîd Sedûn teqez kir ku serdana ENKSê bo DYAyê xwedan giringiyeke stratejîk e lê encûmen nikare encamên serdanê li ser erdê bisepîne ji ber qels e.

    Hêjayî gotinê ye ku ENKSê di 27ê Sibatê de di serdaneke fermî de gihiştibû Washingtonê û li wê derê derbarê rewşa Sûriyeyê de bi giştî û ya kurdî bi taybetî  axivîbûn.

    Bi heman mijarî:

    Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û senatorê Amerîkî Brad Sherman civiyan
    Heyeta ENKSê li Washîngtonê dest bi hevdîtinan dike
    Fuad Elîko wek nûnerê ENKSê diçe Cenevê
    Barzanî bi nûnerên ENKSê re civiya
    Serokê ENKSê: Me li Astanayê bi nûnerên Almanya, Brîtanya û Fransayê re hevdîtin kir
    ENKSê li ser bingeha federasyonê destûreke bingehîn amade dike
    Reveberiya Xweser 4 girtiyên ENKSê serbest berdan
    Etîketan:
    ENKS, Ferîd Sedûn, Silêman Oso, DYA, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de