14:35 26 Gulan 2018
Îran - Alaya Îranê

Hêzên artêşa Îranê kolberekî kurd kuşt, yek jî birîndar kir

© AFP 2018 / ATTA KENARE
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên Artêşa Îranê yên li ser sînorê gule bi du kurdên kolber reşand û di encamê de yekî jiyana xwe ji dest da, yek bi giranî birrîndar bû.

Leşkerên Îranê
© AFP 2018 / ISNA / HOSSEIN HOSSEINZADEH
Li gorî agahiyên Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) hêzên sînor ên artêşa Îranê duh li ser sînorê devera ‘Avacik' a bi ser navçeya Ebex a girêdayî bajarê Wanê, gule bi kolberekî kurd ê bi navê Seîd Hesenweşê 28 salî reşand û di encamê wî kolberê kurd li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha komeleyê da zanîn ku hêzên artêşa Îranê piştî nîvroya roja duşemê (06.03.2017) li devera Bêtûş a bi ser bajarê Serdeşt ê girêdayî Eyaleta Kurdistanê ya Îranê gule bi komeke kolberên kurd reşand û di wê bûyerê de jî ciwanekî kurd ê bi navê Behmen Towfêqî bi giranî birîndar bû. Hat diyarkirin ku ew ciwanê kurd xwendekarê Zanîngeha Azad bû û ji bo dabînkirina mesrefên xwe yên xwendin û rojane kolberî dikir.

Bi heman mijarî:

Rejima Îranê dîsa du kolberên kurd kuştin
Li bajarê Pîranşarê 3 kolberên kurd di bin berfê de man
Li bajarê Serdeştê 15 kolberên kurd di binê aşîtê de man: 4an jiyana xwe ji dest da
Leşkerên Îranê 5 kolberên Kurd birîndar kirin
Kurdên li Îranê li dijî kuştina kolberên kurd dest bi kampanyayekê kirin
Pasdaran dîsa êrişî kolberên kurd kir
Etîketan:
kolberên kurd, Hêzên Artêşa Îranê, Seîd Hesenweşê, Behmen Towfêqî, Ebex, Serdeşt, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de