16:38 17 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    'Artêşa Iraqê nîvê rojavayê Mûsilê kontrol kir'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2110

    Berdevkê Hêzên Bersiva Lezgîn a Artêşa Iraqê Serdar Ebdulemîr El Mihemedawî îro çarşemê ragihand ku hêzên wan nîvê aliyê rojavayî yê Mûsilê kontrol kiriye.

    El mihemedawî teqez kir ku Hêzên Leşkerî yên Artêşa Iraqê nîvê aliYê rojavayî yê Mûsilê kontrol kiriye û wiha got: "Hêzên me hewl didin ber bi aliyê bakurî yê Mûsilê ve biçin ku ew dever di bin destê DAIŞê de ne."

    Li gorî nûçeya Rûdawê, serdarê Artêşa Iraqê diyar kiriye ku hêzên wan ên endazyariyê niha wan axên kontrolkirî ewle dikin û mayin û dehfikên DAIŞê vedane pûç dikin.

    Ji aliyê din ve, hêzên iraqî  deverêngiring li rojavayê Mûsilê kontrol kirine ku yên herî berbiçav balafirgeha bajarî û kampa leşkerî ya Xezlanî bûn.

    Herwiha aliyê rojavayî yê Mûsilê ji aliyê rojhilatî biçûktir e ku 40% ji bajarî pêk tîne lê niştîcihên wan herêman mişetir in û kolanên wê tengtir in.

    Bi heman mijarî:

    'DAIŞ endamên xwe yên li Mûsilê dikişîne Reqqayê'
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çû serdana Mûsilê
    Arteşa Iraqê avahiya Walîtiya Mûsilê kontrol kir û bi 10an terorîst kuştin
    Fermandarê Brîtanî: Li Mûsilê tenê 1500 çekdarên DAIŞê mane
    Bizavkarên Iraqî: Li Mûsilê felaket diqewime
    Hêzên Iraqê Pira Huriye ya li rojavayê Mûsilê xist bin kontrola xwe
    'Di rojekê de 6 hezar koçberên Mûsilê çûn herêma Kurdistanê'
    Keçeke êzîdî li Mûsilê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, Ebdulemîr ElMihemedawî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de