09:20 22 Gulan 2018
    Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nêzîkî li bajar kirine

    Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Şervanên me tankeke Artêşa Tirkiyeyê ruxand

    © REUTERS / Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 50

    Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tankeke Artêşa Tirkiyeyê li rojavayê Minbicê rûxand.

    Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku êrîşên Artêşa Tirkiyeyê a dagirker û komên ASAyê yê Tirkiye piştigriya wan dike li ser rojavayê bajarê Minbicê berdewam dikin.
    Li gorî dxuyaniya meclisê, " Artêşa Tirkiyeyê û endamên ASAyê îro saetên sibehê de hewl daye ku bi tankekê gundê Boxazê yê li rojavayî Minbicê topbaran bike lê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ew tank ruxandiye."

    Herwiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin ku 7 endamên ASAyê li derdora gundê Boxaz hatin kuştin û cenazeyên wan li derdora gund in

    Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku şer ji duh ve li rojavayê bajarê Minbicê dewam dike û 94 topên hawan û erdavêj li gundê Boxaz, Xalîde û Gorhiyok ketin.

    Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentegon) daxuyand ku leşkerên amerîkî li derdor û navenda Minbicê hatine bicihkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Berpirsekî komeke ASAyê: Şerê me bi HSDê re li rojavayê Minbicê berdewam e
    Pentegon: Leşkerên amerîkî li Minbicê hatin bicihkirin
    Reuters: HSD ji Minbicê venakişe
    6 gundên li rojavayê Minbicê radestî Artêşa Sûriyeyê hat kirin
    Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji bo peymana li gel Rûsyayê daxuyanî da
    Meclîsa Leşkerî: Êrişa li ser Minbicê hat şkandin
    Rûsya karwana pêşî ya alîkariyê şand Minbicê
    Etîketan:
    ASA, meclisa leşkerî ya minbicê, Artêşa Tirkiyeyê, Xalîde, Boxaz, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de