06:58 29 Gulan 2017
Zindî
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hemahengiyeke baş heye

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 940

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku ev cara yekemîn e Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi hev re şerê DAIŞê dikin û di navbera wan de hemahengiyeke baş heye û got divê ev hemahengiya di navbera wan de di warê pirsên din de jî berdewam bike.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê beşdarî 5emîn Dîdara Silêmaniyê bû û got divê artêşa Iraqê, artêşa hemû pêkhateyên Iraqê be. Ebadî diyar kir ku Şîa, Kurd, Sunnî û pêkhateyên din ên Iraqê li Mûsilê beşdarî şerê dijî DAIŞê bûn û got di warê leşkeriyê de hêzên me yên cengawer hene û xwe dikin qurbanî.

    Heyder Ebadî di dewama axaftina xwe de derbirî ku pirsgirêka gendeliyê ji terorê metirsîdar e û got divê em ehmû li pêş gendeliyê bisekinin û nabe ku em derfetên ji bo berjewendiyên xwe ji dest bidin. Serokwezîrê Iraqê dest nîşan kir ku li Iraqê derfeta pêkvejiyanê pêkan e û got divê rêz li bîr û baweriyên cuda were girtin.

    Ebadî ji aliyên siyasî yên Iraqê xwest ku yekgirtî bin û got nabe ku tu berjewendî di ser berjewendiyên me yê gelemperî bin û divê bêyî cudahî hevkarî were kirin. Ebadî her wiha di derbarê pirsgirêkên Iraqê û welatên derve de jî da zanîn ku pirsgirêkên wan bi hinek welatan re hene û got, "Divê em wan çareser bikin û divê zanîngeh ji bo çareserkirina kêşeyan tevkariyê li me bikin."

    Heyder Ebadî her wiha di derbarê hebûna DAIŞê ya li welatên cîran ên Iraqê de jî derbirî ku ger welatên cîran destûrê bidin ew ê li DAIŞiyên li wan welatan jî bidin û got, "Ez rêzê ji serxwebûna welatên cîranan re digirim. Ji bo ku êrîşê bibim ser sengerên DAIŞê yên li nav axa Sûriyeyê, min ji Sûriyeyê destûr girt. Ez dev ji lêdana hedefên terorîstan ên li welatên cîranê xwe bernadim, em ê têkoşîna xwe ya li dijî bidomînin."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Ebadî li ser qonaxa piştî DAIŞê axivîn
    Hewramî li ser civîna Barzanî û Ebadî daxuyanî da
    Civîna Barzanî û Ebadî bi dawî bû
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çû serdana Mûsilê
    Etîketan:
    Hêza Pêşmerge, Artêşa Iraqê, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Silêmanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de