07:23 24 Gulan 2018
    Turkey's Prime Minister Binali Yildirim. (File)

    17 pasevanên serokwezîrê Tirkiyeyê ji ber xwarinê bi jehrê ketin

    © REUTERS / Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim gava ku êvara borî çû serdana bajarê Izmirê yê Tirkiyeyê 17 polîsên ji bo parastina wî pê re, ji ber xwarinê bi jehrê ketin û ew rakirin nexweşxaneyan.

    Li gorî agahiyên berdest Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim gava ku êvara borî çû serdana bajarê Izmirê yê Tirkiyeyê 17 polîsên ji bo parastina wî pê re, ji ber xwarinê nerehet bûn.

    Pasevanên ku ji heman êşê bi gazinc bûn, tavilê ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyên cuda yên Izmirê
    Li gorî nûçeyeke rojnameya Milliyetê ya Tirk 17 pasevanên ku piştî serum bi ser wan ve hat kirin, ji nexweşxaneyê derketin û hat gotin ku rewşa wan a tenduristiyê baş e.

    Li ser vê yekê Miduriyeta Bajêr a Zad, Cotkarî û Ajalaniyê û Miduriyeta Tenduristiya Gel a Izmirê di derbarê mijarê de dest bi lêkolînê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina Barzanî û Yildirim destpê kir
    Parlementerê HDPê Yildirim hat berdan
    Yildirim: El Bab bi tevahî hat kontrolkirin
    Parlementerê HDPê Yildirim hat desteserkirin
    Civîna Barzanî û Yildirim qediya
    Etîketan:
    bi jehrê ketin, pasevan, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Tirkiye, Izmir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de