18:12 17 Çile 2018
Zindî
    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nurettin Canikli

    Canikli: Bi ya me li Minbicê armanca Amerîka û Rûsyayê jî heman e

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Canikli got, "Di warê Minbicê de ger armanc heman be em dikarin li ser heman nuqteyê werin cem hev. Bi ya me armanca Rûsya û Amerîkayê jî heman e."

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nurettin Canikli di televizyoneke taybet a Tirkiyeyê de di derbarê rewşa dawiyê ya Minbicê û geşedanên vê dawiyê de axivî. Canikli wisa axivî:

    • Li Sûriyeyê divê ji bo Minbicê (bi înisiyatîfa Amerîka-Rûsya-Tirkiyeyê) tavilê gav werin avêtin.
    • Ger di koordinasyona navbera Amerîka-Rûsya-Tirkiyeyê de pirsgirêk derkeve li Minbicê dibe ku hinek geşedanên ku kes nake armanc wê rû bidin.
    • Di warê Minbicê Tirkiye bi biryar e û ji vê biryarê paşve gav navêje.
    • Li Minbicê her roj pêngav tê avêtin, em jî davêjin. Lê em pêngav her tim wîsa naçe.
    • Ger ku di warê Minbicê armanc heman be, em ê li ser nuqteyekê werin cem hev. Bi ya me armanca Rûsya û Amerîkayê jî heman e.
    • Ji bo endamên rêxistina terorê ji Minbicê werin paqijkirin, peymana me li gel Amerîkayê heye; em dixwazin sozên hatine dayîn, werin bicihanîn.
    • Bila tu welat ji bo guhertina etnîk û demokgrafîk a li Minbicê gav navêjin, em dizanin ku xebatên ji bo vê yekê tê kirin, hene.

    Bi heman mijarî:

    Berpirsekî komeke ASAyê: Şerê me bi HSDê re li rojavayê Minbicê berdewam e
    Reuters: HSD ji Minbicê venakişe
    Pentegon: Leşkerên amerîkî li Minbicê hatin bicihkirin
    6 gundên li rojavayê Minbicê radestî Artêşa Sûriyeyê hat kirin
    Li rojavayê Minbicê şer didome
    Meclîsa Leşkerî: Êrişa li ser Minbicê hat şkandin
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê, Nurettin Canikli, Sûriye, Minbic, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de