02:01 21 Çile 2018
Zindî
    Pûtîn û Erdogan

    Berî zîrweya Erdogan û Pûtîn wê Foruma Civakî ya Rûs û Tirk pêk were

    © Sputnik/ SERGEY GUNEEV
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê Foruma Civakî ya Rûs û Tirk û Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Ahmet Berat Çonkar ragihand ku di civînên 9 û 10ê Adarê yên li Moskowê de wê mijara têkilî û pirsgirêkên herêmî werin nirxandin.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 10ê Adarê de wê li Moskowê bicivin. Herdu serok wê serokatiya civîna 6emîn a Konseya Hevkariya Bilind a Rûs û Tirk (UDIK) bikin. Di civîn û hevdîtinên dualî de mijarên ekonomîk, bazirganî û hevkariya pîşesaziya parastinî, krîza Sûriyeyê û peşveçûnên Rojhilata Navîn wê binirxînin.

    Sibê beriya hevdîtina Erdogan û Pûtîn û civîna UDIKê li Moskowê dê Foruma Civakî ya Rûs û Tirk were lidarxistin. Biryarên ku ji terefê forumê ve werin standin ji terefê hevserokan Ahmet Berat Çonkar û Lyubov Glebova ve di civîna UDİKê de wê pêşkêşî Erdogan û Pûtîn bikin.

    Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn
    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    XEBATÊN 12 KOMÎTEYAN WÊ PÊŞKÊŞÎ ERDOGAN Û PÛTÎN BIKIN

    Ahmet Berat Çonkar di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de derbarê forumê de agahî dan û got: "Ev civîna sêyemîn a forumê ye ku tê lidarxistin. Di binê navê forumê de 12 komîteyên wekî dîrok, çand-hûner, turîzm, medya, spor, hevkariya herêmî, hevkariya navbera olan, rewşa kar, zanist û perwerde, hevkariya navbera mûze û qada hiqûqî heye. Di civînan de we hevserokên komîteyan gotaran pêşkêş bikin. Paşî em hevserokê forumê em ê civîneke dualî li dar bixin û roja pey re di civîna giştî ya UDIKê de em ê xebatên xwe pêşkêşî serok Pûtîn û Erdogan bikin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov ji bo civîna Erdogan û Pûtîn daxuyaniyek da
    Serşêwirmendê serokomarê tirk: Pûtîn û Erdogan wê pirsa vîzeyê çareser bikin
    'Pûtîn û Erdogan wê li Rûsyayê mijara moşekên S-400î biaxivin'
    Pûtîn û Erdogan li ser zêdekirina kordînasyona leşkerî li hev kirin
    Peskov: Ti hevdîtina Sûriyeyê di navbera Pûtîn û Erdogan de nehatiye plankirin
    Pûtîn û Erdogan ji bo Sûriyeyê axivîn
    Etîketan:
    Konseya Hevkariya Bilind a Rûs û Tirk (UDIK), Foruma Civakî ya Rûs û Tirk, Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Lyubov Glebova, Ahmet Berat Çonkar, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de