23:31 22 Nîsan 2018
    Binçavkirin - Girtin

    'Ebû Hanzala' dîsa hat desteserkirin

    © Sputnik / / Vitaliy Ankov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Halis Bayancukê bi navê kod Ebu Hanzala, ku di sala 2015an de bi îdiaya berpirsê DAIŞê yê li Tirkiyeyê hatibû girtin û sala borî hatibû berdan, dîsa hat desteserkirin.

    Bayancukê ku di axaftinên xwe de digot "Caîz e ku mirov bi saxî were şewitandin", di panela ku Kovara Tevhidê wê li navçeya Etimesgut a Enqereyê amade bikira de wek axêver cih digirt.

    PARÊZGARÎ WEK MUŞRÎK ÎLAN KIR Û GEF LÊ XWAR

    Li gorî nûçeyan Bayancuk roja ku parêzgariyê destûr neda panelê û hat betalkirin, li ser malpera xwe videoyek weşand û di wê axaftina xwe de xebatkarên parêzgariyê wek ‘muşrîk' îlan kir û got, "Em ê jî destvala nesekinin."

    Serdozgeriya Enqereyê di derbarê van daxuyaniyên wî de dest bi lêpirsînê kir. Li ser vê yekê Bayancuk roja borî li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê di mala xwe de hat desteserkirin û ew birin Enqereyê.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Ebadî li ser qonaxa piştî DAIŞê axivîn
    4 berpirsên DAIŞê yên tirk hatin kuştin
    HSDê êrişa DAIŞê ya bi erebeya bombebarkirî şkand
    Hêzên Dijterorê yên Iraqê serkirdeyekî DAIŞê kuşt
    Hêza Dijteror a Kurdistanê: "Emîrê DAIŞê Ebû Bekir Fransî hat kuştin"
    Etîketan:
    DAIŞ, Halis Bayancuk, Tirkiye, Stenbol, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de