01:57 21 Çile 2018
Zindî
    Alaya Tirkiye û Îsraîlê

    Îsraîlê ji bo peywendiyên xwe û Tirkiyeyê got: Me jî şaşitî kir

    © Flickr/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îsraîlê ji bo rageşiya 6 salan a ku bi Tirkiyeyê re derbas kir got, "Me jî şaşitî kir."

    Îsraîlê piştî rageşiya 6 salan a ku di navbera Tirkiye û Îsraîlê de derbas bû, ji bo rojnamegerên Tirk daxuyaniyeke girîng da.

    Wezîrê Peywendiyên Herêmî û Enformasyonê Tzache Hanegbi ji bo serdema ku peywendiyên wan û Tirkiyeyê û van rojan got, "Serokomarê Tirkiyeyê (Recep Tayip) Erdogan di dema qeyranê de zêde em hedef digirt. Niha dibînim ku em ne hedef in. Ji bo vê yekê pêwistî bi stratejiyekê heye, wî em ji bîr kirin. Bawer dikim ku wî fêm kir ev peywendî bi kêr nayên. Me jî şaşitî kir, ez navên van nekim, jixwe hûn dizanin; Mijarên ji bo serokê Tirkiyeyê û gelê wir hesas bûn… Ger ku hûn bixwazin hesas tevbigerin û vê hevaltiyê bidomînin, hûnê pirsgirêkên di navbera xwe de biaxivin. Ger mijara nîqaşê hebe jî, hûn dikarin vê yekê bi diyalogeke samîmî binirxînin."

    Hanegbi serdema 6 salan a ku peywendiyên Tirkiye û Îsraîlê hat rawestandin, şiband ‘hevberdana du hevseran' û got, "Obama wek şêwirmendekî malbatê ket dewrê û Erdogan û Netanyahu bi rêya telefonê axivîn. Dev ji hevberdanê berdan."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Liberman cara yekemîn serdana Amerîkayê kir
    Cezayê leşkerê Îsraîlê ku filistîniyekî birîndar kuştibû hat paşxistin
    Artêşa Îsraîlê dîsa li Xezzeyê xist
    Rêxistina Efûyê: Sizaya ku Îsraîlê daye rojnamegerê Filistînî, zalimî ye
    Serokê berê yê îstixbarata Îsraîlê: Rûsya û Tirkiye nahêlin li Qerebaxê şer biqewime
    Rapora Xezze ya Îsraîlê: Netanyahu û Ya'alon ji bo pêşiyê li şer bigirin, gav navêtin
    Li Îsraîlê ji bo noqavên almanî lepirsîna gendelî
    Etîketan:
    kirin, şaşitî, Wezîrê Peywendiyên Herêmî û Enformasyonê, Tzache Hanegbi, Tirkiye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de