10:49 26 Gulan 2018
Hulusi Akar, Valeriy Gerasîmov û Joseph Dunford

‘Heke operasyona Reqqayê bi YPGê re pêk were dê bedeleke vê ji bo Amerîkayê hebe'

© Foto : Genelkurmay Başkanlığı
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 13

Li ser vexwendina Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Hulusi Akar Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Joseph Dunford û Sererkanê Giştî yê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov li Antalyayê civiyan.

Li gorî îdîaya T24ê Hulusi Akar di zîrweya sêalî de ji hemkarê xwe re aciziya peyamên hevkariya YPGê gihandiye hemkarên xwe. Li gorî nûçeya T24ê di civînê de ev mijar hatin nirxandin:

MEKANÎZMEYA PÊWENDIYÊ

Di civînê de ji bo nêzîkbûna hev ya yekîneyên leşkerî mekanîzmeyeke pêwendiyê hat nirxandin. Aliyê Tirkiyeyê aciziya xwe ya peyamên hevkarî û piştgiriya YPG/PYDê gihande Amerîka û Rûsyayê. Di zîrweyê de Hulusi Akar bi îsrar li ser mijara parastina yekrêziya axa Sûriyeyê rawestiya û peyamên ku divê Minbiç bigihîje xwediyên xwe yên eslî, ne raste ku herkes li Minbiçê alên xwe biçikîne gihandiye hemkarên xwe.

Li gorî hinek senaryoyan, di operasyona Reqqayê de TSK, Amerîka û ASA di deriyê Akçakaleyê de di korîdoreke ser herêma PYDê de li ser rêya Tel Abyadê çûna Reqqayê û ji aliyê din ve Pêşmerge jî ji aliyê rojhilat ber bi rojava ve piştgiriyê bide wan hêza tê axaftin.

Bi heman mijarî:

Dunford û Akar li Incirlikê hevdîtinekê pêk tînin
Akar û Dunford wê li Încîrlîkê hevdîtinekê pêk bînin
‘Akar, operasyona El Babê qediya'
‘Akar xwest here Kardakê keştiya yûnanî pêşî lê girt'
Serfermandarê Tirk Akar li ser sînorê Sûriyeyê ye
Dunford û Akar li Baregeha Încîrlîkê hevdîtineke suprîz pêk anîn
Gersimov û Akar mijara Mûsil û Helebê axivîn
Etîketan:
Serekanên Giştî yên rûs, tirk û amerîkî, ASA, TSK, PYD, Hulusi Akar, Valeriy Gerasîmov, Joseph Dunford, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de