18:49 22 Çile 2018
Zindî
    Leşkerên Îranê

    Heta niha 2 hezar û 100 fermande û leşkerên Îranê hatine kuştin

    © AP Photo/ Vahid Salemi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Hat ragihandin ku heta niha zêdetirî 2 fermande û leşkerên Îranê li Iraq û Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

    Dewleta Îranê hejmara çekdarên xwe yên ku li Iraq û Sûriyeyê hatine kuştin eşkere kir. Li gorî zanyariyan heta niha ji 2 hezar Îranî zêdetir li Sûriye û Iraqê hatine kuştin.

    Serokê Saziya Şehîd û Çekdarên Berê yê Îranê Mihemed Elî Şehîdî Mihlatî ragihand ku heta niha 2 hezar û 100 çekdarên wan li Iraq û Sûriyê hatine kuştin, bêyî ku dema kuştin û nasnameya wan diyar bike.

    Mihemed Elî Şehîdî Mihlatî da zanîn ku ew çekdar di dema berevaniya di ber cihên pîroz de li Sûriye û Iraqê hatine kuştin.

    Wekî tê zanîn ku Îranê di sala borî de kuştina hezar çekdarên xwe li Sûriyê eşkere kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Tenê li paytextê Îranê şevê 70 hezar malbat birçî dimîne
    Îranê bi awayekî serkeftî ceribandineke moşekên S-300î pêk anî
    6 partiyên kurdan ên Îranê îro dicivin
    Serokomarê Azerbeycanê Aliyev serdana Îranê kir
    Leşkerekî kurd ê artêşa Îranê bi guman hat kuştin
    Etîketan:
    Zêdetirî 2 hezar leşkerên Îranî hatine kuştin, Serokê Saziya Şehîd û Çekdarên Berê yê Îranê, Mihemed Elî Şehîdî Mihlatî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de