17:46 20 Çile 2018
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Dijatiya Almanyayê bo Tirkiyê sîstematîk e

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31

    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku li 3 salonên Hamburga Almanyayê civînên wî hatibûn astengkirin, li avahiya balyozxaneya Tirkiyê ya Almanyayê axivî û diyar kir ku ew rûbirûyî astengiyên sîstematîk in.

    Çavuşoglu rexne li Almanyayê girt ku dersa demokrasiyê nedin wan û got, ‘Astengkirin nikarin girêdana me ya bi Almanyayê re qut bikin.'

    'DIJATIYA SÎSTEMATÎK LI HEMBERÎ TIRKIYÊ DIKIN'

    Wezîrê Tirk bal kişand ser ku helwestên bi wî rengî û dostanî li hev nakin û wiha axivî: "Salona ku 20 sal in dixebite, niha girtine, heta niha hûn li ku derê bûn? Ev astengiyeke sîstematîk e. Alman her tim bûye welatekî dost ku em dixwazin wek dost bibînin, lê ev dijatiya sîstematîk a Almanyayê ji bo Tirkiyê û hemwelatiyên me, li dostaniyê nayê."

    Çavuşoglu herwiha da zanîn ku ew dê sibe bi hempîşeyê xwe yê Almanî Sigmar Gabriel re were ba hev û rewşê ji wî re jî vebêje.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûriyê 21 binpêkirinên agirbestê hatin tesbîtkirin
    Li şaredariyekê din jî qeyûm hat tayînkirin
    3 stadên futbolê yên herî baş li dinyayê hatin hilbijartin
    Barzanî û Ebadî li ser qonaxa piştî DAIŞê axivîn
    TSK derbarê civîna li Antalyayê de daxuyanî da
    Artêşa Sûriyeyê çeperên DAIŞê yên li Dêra Zorê xist
    Etîketan:
    Almanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de