08:43 28 Gulan 2018
Ala Sûriyeyê li Helebê li ber dêreke kevin

Li Sûriyê 21 binpêkirinên agirbestê hatin tesbîtkirin

© Sputnik / Michael Alaeddin
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 46

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku di nav 24 demjimêrên dawî de li Sûriyê 21 binpêkirinên agirbestê hatine tesbîtkirin.

Li gor bultena navenda çavderiya agirbesta Sûriyê, di 24 demjimêrên dawî de Beşa Rûsyayê ya Komîsyona Hevpar a Rûs-Tirk li Şamê 1, Laziqîyê 1, Hema 4 binpêkirin tesbît kirine. Beşa Tirkiyê ya komîsyonê jî li Şamê 4, Helebê 3, Hûmsê 3, Hema 3 û Der'ayê 2 binpêkirinên agirbestê tesbît kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ti binpêkirineke ku Tirkiyê tesbît kirine ji aliyê Rûsyayê ve nehatiye piştrastkirin.

Li gor daxuyaniya wezaretê 2 herêmên din beşdarî agirbestê bûne û hejmara komên beşdarî agirbesta Sûriyê bûne jî gihîştiye 127an.

Bi heman mijarî:

Li şaredariyekê din jî qeyûm hat tayînkirin
3 stadên futbolê yên herî baş li dinyayê hatin hilbijartin
Barzanî û Ebadî li ser qonaxa piştî DAIŞê axivîn
TSK derbarê civîna li Antalyayê de daxuyanî da
Hewramî li ser civîna Barzanî û Ebadî daxuyanî da
Li Behra Spî dîsa erdhej pêk hat
'Êrîşên çekên kîmyewî yên Mûsilê parçeyek ji şerê enformasyonê ye'
Etîketan:
Li Sûriyê 21 binpêkirinên agirbestê hatin tesbîtkirin, Tirkiye, rûsya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de