14:49 24 Çile 2018
Zindî
    Iraq - Mûsil

    'Êrîşên çekên kîmyewî yên Mûsilê parçeyek ji şerê enformasyonê ye'

    © REUTERS/ Zohra Bensemra
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Pisporê Iraqî Zû el Fakkar el Baladavî êrîşên bi çekên kîmyewî yên li Mûsilê wek parçeyek ji şerê enformasyonê bi nav kir û got, civaka navdewletî durûtiyê dike.

    Baladavî di daxuyaniya xwe ya bo Spûtnîkê daye de, îdiayên êrîşên çêkên kîmyewî yên li Mûsilê şîrov kir û da xuyakirin, dema DAIŞê li bajarê Salahaddîn bi çekên kîmyewî êrîş kir, kesî guh neda bangewazîyên lêkolînê yên karbidestên Iraqî.

    Pisporê Iraqî diyar kir ku niha di heyama operasyona rizgarkirina Mûsilê de, Amerîka jî di nav de medya cîhanî bikaranîna çekên kîmyewî li Mûsilê tîne rojevê.

    'AMERÎKA BÛYE ALÎKAR'

    Baradavî diyar kir ku ew madeyên kîmyewî yên têne bikaranîn li Iraqê nehatine hilberandin ku bi peymanên nepenî ji derve hatine anîn û got, Amerîka bûye alîkar ku ew çekên kîmyewî bikevin destê terorîstan.

    Hatibû ragihandin ku li Reşadiyeya rojhilatê Mûsilê di dema operasyona rizgarkirinê de bi dehan zarok di encama bikaranîna çekên kîmyewî de birîndar bûne.
    Rayedara Neteweyên Yekbûyî (NY) Lise Grande, ji bo lêkolînkirina îdiayan bangewazî kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê çeperên DAIŞê yên li Dêra Zorê xist
    Li Kerkûkê 4 cenazeyên nenas hatin dîtin
    Agirbest heta 20ê Adarê li herêma Gutayê hat ragihandin
    Biryara komiysona YEyê Pûtîn û Orban kêfxweş kirin
    Rûsya: Moşekê ajotî ji bejahî ber bi hewan ve yê menzîl dirêj û pêşketî me ceriband
    Fermandarê amerîkî: Di demek kin de bajêr dê bi temamî were kontrolkirin
    Etîketan:
    Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de